Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Fermandariya HPG hişyariya tund: Êdî emê ferqê nexin navbera tirk û kesên li cem cih digirin

 

 

FERMANDARIYA HPG’Ê YA EYALETA HEFTENÎNÊ HIŞYARIYEK TUND DA:

“ÊDÎ EMÊ FERQÊ NEXIN NAVBERA ARTÊŞA TIRK Û KESÊN LI CEM CIH DIGIRIN”

 

Ji Fermandariya HPG`Ê ya eyaleta Heftenînê hişyariya tund: “Êdî emê ferqê nexin navbera artêşa tirk û kesên li cem cih digrin”

 

“Em li Heftenînê ne tenê li dijî artêşa dewletekê, her wiha li dijî çeteyên xwefiroş ên ji Kurdistanê û derveyî wê jî şer dikin”

 

Fermandariya HPGê ya Eyaleta Heftenînê bi vê yekê bal kişand ser cih-girtina noker û cerdevanên di tevgera dagirkeriyê de cihê xwe digirin.

 

Fermandariyê got, di serî de sercerdevan êdî kî li cem dagirkeriya Tirk êrişî me û gelê me bike emê hesab jê bipirsin.

 

Emê hesabê her dareke li Heftenînê tê jêkirin bipirsin.

 

Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Heftenînê daxuyaniyeke nivîskî da û hişyariyeke tund li noker û xwefiroşan kir.

 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku tevgera dagirkeriyê ya artêşa dewleta Tirk li dijî Heftenînê dayî destpêkirin salek li pey xwe hiştiye.

 

Fermandariya HPGê ya Eyaleta Heftenînê destnîşan kir, ku ew tenê li dijî artêşa dewletekê şer nakin û wiha got:

 

Em li dijî hêza çete ya weke artêşekê xuya dike û xwe bi pereyan firotiye ji Kurdistanê û derveyî wê hatiye komkirin, li ber xwe didin.

 

Fermandariyê hişyariyên beriya niha li van çeteyan kirî bibîrxistin û ev agahiya girîng da:

 

Herî dawî li dijî gundên Pîrbila û Banikê êrişên nemerdanê pêk hatin.

 

Weke hêzên eyaletê ji bo gelê me zirarê ji vê êrişê nebîne, me dest li dijmin werneda.

 

Em vê artêşa çete ji Cizîr, Nisêbîn û Sûrê nas dikin.

 

Heke me dest li êrişkariya wan werdaba wê li gundan komkujî bikirana.

 

Ji ber ku van çeteyên hov ferq kirin, ku em mudaxale nakin êrişî gundan kirin.

 

Fermandariya Eyaleta Heftenînê bibîrxist, ku gelek xaniyên li gundê Banikê hatine şewitandin û xirakirin û ev agahî lê zêde kir:

 

Hêzên Iraqê û pêşmergeyên ku qaşo ji bo parastina xelkê me yê Başûr li herêmê bi cih bûne tenê li êrişê temaşe kirin.

 

Li cihê alîkariyê bidin gundiyên ji neçarî koç kirin, henekê xwe bi wan kirin.

 

Em vê pirsê careke din ji van hêzan dikin;

 

Heke armanca we ne parastina gel be, çima hûn li van qadan bi cih bûne?

 

Di daxuyaniya Fermandariya Eyaleta Heftenînê de bi taybetî hat destnîşankirin, ku sercerdevanên gundên Bêjeh, Mergeh, Hedrîş, Kiror pêşengiyê ji tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk re dikin.

 

Fermandariyê li ser vê yekê ev hişyariya tund kir:

 

Em ji van nemerdan re dibêjin; wê kirinên we li cem we nemînin. Bê çawa we xaniyên gelê me şewitandin, wê hebûna we jî hedefa me be.

 

Bê çawa hûn bê ferq û cûdahî êrişî gelê me dikin, emê jî ti ferqê nexin navbera we.

 

Heta niha tevî ku gelek caran cerdevan di menzîla me de bûn jî hêzên me mudaxale nedikirin.

 

Em ji tevahiya çeteyên beşdarî vê tevgera dagirkeriyê bûne re dibêjin; êdî emê vê hessasiyetê nîşan nedin.

Li herêma me bi pêşengiya nemerdê bi navê Cafer Benek rê tê çêkirin.

 

Teqez hûnê berdêla vê yekê bidin.

Ne gelê me û ne jî hêzên gerîla wê van kirinên we ji bîr nekin.

 

Hûnê hesabê her dareke hatî jêkirin bidin.

 

Fermandariya Eyaleta Heftenînê di dawiyê de da zanîn, ku di destê wan de gelek nav hene û got, emê paşê navên van kesên beşdarî êrişên nemerdane bûne ji gelê xwe yê welatparêz re eşkere bikin.

 

Em soz didin şehîdên xwe û welatparêzan;

 

Wê ti êriş bêbersiv nemîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv