Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Hevserokên HDP`ê peyama biryardariyê: `Wê HDP ji hemû aliyan ve berxwedan û têkoşîna xwe xurt bike` 01.10.2020

 

JI HEVSEROKÊN HDP’Ê PEYAMA BIRYARDARIYÊ:
WÊ HDP JI HEMÛ ALIYAN VE BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKE

Koma HDP’ê ya li meclîsa Tirkiyê li dijî qirkirina siyasî di nava tevgerê de ye.

HDP’ê merasîma vekirina meclisî Tirkiyê protesto kir.

Li ber meclisê çalakiya rûniştinê pêk anî.

Hevserok Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beriya çalakiyê axivîn û peyama xurtkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dan.

Hevserok Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di civîna pêşiya meclîsê hat lidarxisin de axivîn û biryardariya HDP’ê ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê anîn ziman.

Pervîn Buldan binçavkirina HDP’iyan wekî tevgereke tolhildanê nirxand û got: AKP-MHP li dijî partiya me, darbeya siyasî pêk tîne. Ji ber siyaseta şer li hundur û derve têk diçin. Ji bo pêşiya têkçûna xwe bigirin, êrişê HDP’ê dikin.

Pervîn Buldan anî ziman ku armanca AKP-MHP’ê Tirkiye ya bê HDP, civakeke bîatkiriye û got: Em bi têkoşîna xwe planên AKP-MHP’ê têk dibin. Ji bo gelên Tirkiyê dibin hêvî. Emê vê hêviyê mezin bikin û pêşiya têkbirina desthilatdariyê vekin.

Hevserok Mîthat Sancar jî diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze di şexsê HDP’ê de hemû derdorên demokratîk û mûxalefetê tine bike û emrê xwe dirêj bike.

Mîthat Sancar li dijî faşîzma AKP-MHP’ê pêwistiya helwesteke wêrek ya hevpar destnîşan kir û banga têkoşîna hevpar li hêzên demokratîk û mûxelefeta Tirkiyê kir.

Mîthat Sacar biryardariya HDP’ê ya li dijî qirkirina siyasî, bêhiqûqî, bêedeletî û êrişan anî ziman û got: Li dijî qirkirina siyasî, piştgiriyeke baş heye. Ev piştgirî hêviya me zêde dike. Bersiveke erênî ya li dijî hewldanên AKP-MHP’ê ya li hemberî hev anîna civakê ye.

JI KOMA HDP’Ê ÇALAKIYA LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê
BEŞDARÎ MERASIMA VEKIRINA MECLÎSA TIRKIYÊ NEBÛ Û ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ PÊK ANÎ

Hevserokê HDP’ê merasima vekirina dema nû ya meclîsê bi bîr xist û got: Em 3. partiya mezin a meclîsê ne. Emê mafê mûxalefetî li hemû deveran bi kar bîn in. Lê ji bo protestokirina tevgerên qirkirina siyasî, bêhiqûqî û bêedeletiyê, beşdarî merasima vekirinê nebin. Dema merasimê li baxçeya meclîsê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Hevserok û Parlementerên HDP’ê piştî daxuyaniyê li baxçeya meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv