Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Jawaro ber bi refên gerîla: Gerîla Rojda Apocî ji Hewramanê 16.01.2021

 

Dema ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase dikir, çavên wê tijî dibû. Gerîla Rojda ku zor û zehmetiya jinbûyînê ya li nava civakê kişand, ji ber vê yekê berê xwe da çiyê.

 

Gerîla Rojda Apocî keçeke Hewremî bû, ku li herêma Jawaro li gundê Paygelanî ji dayik bû. Hîna di temenek biçûk de hatibû zewicandin. Zext, tundî, êşkence timî lê dihate kirin. Her tim ji xwe dipirsî; ka digotin li Hewreman jin pîroz tê dîtin. Nirxên neolîtîk di demek dirêj hatibûn parastin. Wê demê çima li dijî jinê ewqas neheqî heye? Jin çima her tim li rêza duyemîn tê dîtin?

Gerîla Rojda di demeke wisa de, ku di nava van pirsan de bû tevgera azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike. Gerîlayan nas dike û biryarê dide ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hestên  gerîla Rojda ji bo tevgera Apoyî wiha diherikin; “Li nava gerîla mirov hêza xwe ya veşartî bêhtir dibîne. Di mijara xwe naskirinê de tevgera Serokatî felsefeyek herî kûr e.  Mirovan ji xewê hişyar dike û dide nîşan bê ka bi sîstemek çawa re rûbirûye. Têgîna hevrêtî di tevgera Rêber Apo de xwedî maneyek felsefîke. Ya rastî wek zindîbûyîna tevahî nirxan derdikeve pêşiya me. Mînak parvekirin, bi hevrebûyîn, jiyana komunal, bi kurtasî manewiyat bi vê peyvê ve ji nû ve zindî dibe. Ji xwe tevgera Rêber Apo heta niha bi hevrêtiya xwe li ser lingan maye.”

Gerîla Rojda Apocî dibêje ku li Hewreman jin destpêkê pîroz dihate dîtin, lê belê piştre pergala kapîtalîst modernîte bi taybetî jî pergala şerîat heta hindirê Hewreman hat. Rojda axaftina xwe wiha dewam dike, “Berê li Hewreman ji jinê re rêzdayînek mezin dihate nîşandan. Jin wek berhemkara jiyanê dihate dîtin û li gorî viya jî pîroz didîtin. Lê niha em nikarin behsa wê cewherê bikin. Nirxên aîde Kurdîniyê yên herî kevnare li Hewremanê dihate dîtin. Bi viya ve jî tên nas kirin. Hîna jî ji bo ku vê çanda xwe biparêze xwedî hewldanek mezin e. Lê belê pêwîste ev hewldane vegere zanistiyekê û hîn zêdetir were mezin kirin. Bi taybetî jî ji bo ku têkildarî jinê guhertin çêbibe jin hewldanên xwe hîn mezintir bike. Li Hewreman li kêleka sîstema kapîtalîst modernîte qanûnên şerîatê jî di nêzîkatiyên li dijî jin ên neyînî de rol dilîzin.”

Gerîla Rojda di dewama axaftinên xwe de dibêje; “Min cîhaneke wisa ku dixwest ku ez bi vîna xwe ve bimeşim, biryar bigirim, bijîm û min dît.” Gerîla Rojda di derbarê tevgera Apoyî de jî hestên xwe bi vî awayî tîne ziman; “Jineke ku li gorî qanûnên şerîatê dijî ji her mafên xwe ên xwezayî bêpar tê hiştin. Em jî neçar bûn ku li gorî wan qanûnan dijîn. Ez di temenekî pir biçûk de hatim zewicandin. Ez bi şîdetê re rûbirû mam. Ez li cihekê digeriyam ku fikrê xwe vekirî bêjim, bi îradeya xwe bijîm. Ez li cihekê digeriyam ku lê nefes bigirim. Min ew li tevgera Apoyî de dît.”

Di dawî de bang li sedan keçên Hewremî ku weke wê di bin êrîşên zilamsalarî de ne dike û ji wan jinan dixwaze ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bikin.

Gerîla Rojda got, “Dema ku min tevgera Rêber Apo ji nêz ve nas kir min hîn kûrtir dît ku çi anîne serê me. Di nava tevgera Apoyî de bi taybetî jî di nava jinan de ew cesaret, bawerî, hevrêtî bi rastî jî pir bandor bû. Ji bo ku cesareta jinên Hewreman dîsa derbikeve holê û vegere zanist û rêxistinbûyînekê pêwîste di rêya azadiyê de bimeşin. Ji bo ku nirxên Hewreman ên windabûyî dîsa şîn bibin ev erkeke dîrokî ye. Li dijî pergala kapîtalîst jî li dijî şerîatê jî cihê têkoşînê yê herî mezin ev tevger e. Ji bo wê jî pêwîste Rêber Apo were xwendin, lêkolînkirin û tevlîbûyîn zêdetir bibe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv