Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji KJK’ê banga dîrokî: Jin, ciwan, partî sazî û kesayet li ber şerekî muhtemel rabin 30.10.2020

 

PROVOKASYONA PDK’Ê LI DIJÎ QADÊN GERÎLA
KJK: PDK LI HEMBERÎ GERILA AMADEKARIYA ŞEREKÎ FÎZÎKÎ DIKE

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê, têkildarî hewldanên provokatîf ên PDK’ê li dijî qadên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJK, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd di serdemeke dîrokî de ye û wiha dewam kir:

Cara pêşî ye, ku bi sedsala 21. di warê vejînê de em weke gel di dema xwe ya herî xurt de ne.
Li dijî şerê qirkirinê, şerê manûnemanê, berxwedaneke mezin li Kurdistanê tê kirin.
Bi pêşengiya Serok Apo li Bakurê Kurdistanê gelê me ji nû ve xwe afirand.
Bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya li Rojava, Êzidî, Elewî, Yarsanî û olên El Heq ji nû ve vedijin.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de hat gotin, jina Kurd a ziman û rengê wê li ber tinekirinê bû, niha di têkoşîna azadiyê de bi rola pêşeng radibe.

Em dikarin weke gelê Kurd serketineke mezin bi dest bixin.

Di demeke wilo de, amadekariya PDK’ê ya operasyoneke li dijî qadên gerîla gelekî bi talûke ye.Bi destpêkirina şerekî wiha, wê PDK zirara herî mezin bide xwe.Partiyên Kurd dikarin rexneyên herî tund li hev bikin.Lê veguherandina vê ber bi şerekî fizîkî ve rewşeke gelekî cûda ye.

Ji ber encamên vî şerê muhtemel di daxuyaniya KJK’ê de îşaret bi êş û têkçûyîneke mezin a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hat kirin:

Dîroka şerê birakujiyê, rûpelên herî kirêt û qirêj ên dîroka gelê Kurd in.
Dewleta Tirk beriya hilbijartinên Amerîkayê, dixwaze darbeyeke din bi vê yekê li gelê Kurd bixe.
Ji ber vê yekê PDK’ê sor dike û berê wê dide ser gerîla û şervanên azadiyê.
Divê PDK ji vê şaşiya dîrokî tavilê vegere.

Di daxuyaniya KJK’ê de hat destnîşankirin, ku heke PDK bi hevkariya Tirk vê yekê bidomîne û şer bixe meriyetê, wê ji aliyê gelê Kurd ve bibe karesatek.

Şerekî wilo wê di civaka Kurd de ti carî neyê jibîrkirin.
Mirina bi gulleya destê bira, gelekî cûda ye û dermankirina birînên wê zehmete.
Divê her kes baş bizane;
Heke êrişeke PDK’ê ya bi vî rengî çêbibe, wê şervanên azadiyê bi berxwedaneke canbexşane bersiv bidin.

KJK’Ê BANG LI PDK’Ê KIR:
EFÛKIRINA ŞERÊ DU HÊZÊN KURD NABE, DAWÎ LI AMADEKARIYÊN ŞER BÎNE

Di daxuyaniyê de ji aliyê KJK’ê ve ev banga girîng li PDK’ê hat kirin:

Dibe ku fikir û îdelojiyên me ne weke hev bin.
Şerê me dikare li ser fikir, siyaset û dîplomasiyê bibe û ev normale.
Lê şerkirina du hêzên Kurd efûkirina xwe nîne.
Herî zêde wê ev şer zirarê li hukûmeta Başûr û PDK’ê bike.
Ji ber vê yekê, dawî li amadekariyên şer bînin û neyên lîstikên dewleta Tirk.

JI KJK’Ê BANGA DÎROKÎ:
JIN, CIWAN, PARTÎ, SAZÎ Û KESAYET LI BER ŞEREKÎ MUHTEMEL RABIN

Di serî de jin, ciwanên Kurd û xelkê Başûrê Kurdistanê, KJK’ê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir:

Ji bo şer neqewime, em hemû bibin xwedî hewldan.
Em helwest û sekna xwe nîşan bidin.
Ji bo şerê navxweyî neqewime, divê jinên Kurd hemû çalakiyan zêde bikin.
Partiyên siyasî, saziyên sivîl, rewşenbîr, rojnamevan û hunermend:
Em li pevçûneke xwişkûbiratiyê temaşe nekin.
Em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin.
Em li her aliyê Kurdistanê bi çalakiyan rabin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv