Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji KJK’ê deklarasyona 25ê Mijdarê 21.11.2020

 

KJK bi wesileya roja tekoşîna li hember şîddeta li jinê behsa lehengiya jina kurd kir û pêşniyaz kir ku ji bo azadiya jinê, hemû jinên cihanê bi yek armancî, di rêyekî de bixebitin û hêza xwe bikin yek.

KJK silogana jina kurd “jin jiyan azadî” weke şiyareke navnetewî ya jinan pênase kir.

JI KJK’Ê DEKLASYONA 25’Ê MIJDARÊ: FAŞÎZM BI ÊRIŞA LI DIJÎ JINÊN PÊŞENG, DIXWAZE BERXWEDANA CIVAKÎ TÊK BIBE

Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi bîr xist ku xweşikên Mîrabel beriya 60 salan dema têkoşîna li dijî faşîzmê ya li Komara Domînîkê bi awayekî hovane hatibûn kuştin û got:

Divê 25’ê mijdarê wekî rojeke berxwedana têkoşîna jinan a li dijî faşîzmê jî bibîne. Faşîzm berê êrişê jinê dike. Desthilatdariyên faşîst, bi hedef-girtina jinên pêşeng, dixwazin berxwedanên civakî têk bibin.

KJK’ê qetil kirina Zehra Berkel û hevalên, ya li Kobanê şahdeta endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Wan kuştina şaredara Meksîkayê Florîsel Rîos, û kuştina Breonna Taylor ya li Emerîkayê wekî mînaka hedef-girtina jinên pêşeng dest nîşan kir

JI KJK’Ê DEKLASYONA 25’Ê MIJDARÊ: DEM DEMA LI HEMÛ DEVERAN QÊRÎNA JIN, JIYAN Û AZADÎ YE

KJK’ê jinên li tevahiya cîhanê li dijî tûndiya baviksalarî, faşzîm û dagirkeriyê têdikoşin silav kirin û ev bang kir:

Tevgera me li her 4 parçeyên Kurdistanê, li dijî şîdeta bavisalarî û dewlet, xweparastina cewherî pêş dixe.

Bi şiyara “Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jina azad û civakê ye” pêngavek dimeşîne.

Em hemû jinên Kurdistanî û dostên beşdarî pêngavê dibin silav dikin.

Jinên girtiyên siyasî yên li zindanên rejîma Îranê û li zindanên dewletên din de li dijî zilm, êşkence û dardekirinan li ber xwe didin silav dikin.

Ji Kurdistanê heta hemû quncikên cîhanê têkoşîna jinan silav dikin. Têkoşîna wan ya me û ya me ya wan e.

Lewma em dibêjin werin em hemû hêza xwe bikin yek.

KJK’ê têkoşîna rêber Abdulah Ocalan ya ji bo azadiya Jinan jî bibîrxistû ev peyam da:

Em carekedin koplogeran şermezar dikin. Rêber Apo wekî derve, li 22 salên esaretê jî, têkoşîna azadiya jinê pêş xist.

Em bang li jinên cîhanê dikin, da ku bibin parçeyekî çalak ya têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo.

KJK’ê bi van gotinan deklarasyona xwe dawî kiriye:

Ji Kurdistan, Meksîka, Filîstîn, Polonya, heta Emerîka û Hindistanê dem dema qîrîna ‘jin jiyan azadî û avakirina jin û civaka azad e.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv