Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji manşetên çapemeniya cîhanê

 

Di çapemeniya Cîhanê de îro kîjan mijar derketin pêş.
Niha jî em li nûçeyên balkêş ên rojname, tv, malper û ajansên nûçeyan ên navneteweyî binêrin.
Deutsce Welleyê nûçeyek li ser karûbarên îlegal ên bankayeke tirk û wezîrê Maliyê yê tirk Berat ALbayrak re kir manşet.
Li gorî nûçeyê, Amerîka bankaya tirk Aktîf bank bi transferkirina peran ji bo Talîban û malperên porno sûcbar dike.
Ev karûbarên îlegal û qirêj, li dema ku wezîrê tirk Berat Albayrak CEOyê vê bankayê bûye, hatine meşandin.
Li gorî Tevna lêkolîna Sûcên Malî FINCEN ku girêdayî îsîxbarata wezareta Xezînê ya Amerîkayê ye, Aktîf Bankê, zêdetirî 90 milyon dollar transferî dezgehên Talîbanê û malperên pornoyê kirine.
Aktîfa Bank sûcbarî red kirin, lê belê FINCEN dide zanîn ku di destê wê de belgeyên têkildarî mijarê hene.
Malpera Massispostê bi nûçeyekê bal kişand ser têkiliyên veşarî yên navbera serokê amerîkî Trump û şefê rejîma tirk Erdogan.
Malper xwe dispêre raporeke OCCRP ku ya çavdêrên ewrûpî yên sûcên krîmînal û gendeliyê ye.
OCCRPê jî di malpera xwe de nûçe bi manşeteke tê wateya sazkirina lobiyeke pereyên qirêj deranî pêş.
Li gorî raporê, 19ê çileyê 2017an ango rojek beriya ku Trump bibe serokê amerîkayê li Wategate Hotel a Waşîngtonê di navbera zilamên Trump û Erdogan de civîneke bi dizî pêk tê.
Li Civînê, wezîrê karê derve yê tirk M.Çawuşoglu, û ev karsazên amerîkî û tirk-azerî amade ne: Briand Ballard, Lev Parnas, Muabirz Mansîmov.
Ev civîna skandal, tê wê wateyê ku rêveberiya Trump hê ji despêkê ve ketiye nava têkiliyên qirêj bi wezîr û karsazên dewleta tirk re.
Euronewsê referandûma li Îtalyayê kir manşet.
Li Îtalyayê roja yekşemê referandûma ji bo kêmkirina hejmara endamên parlemento û senatoyê destpê kir û vê duşemê jî didome.
Eger di referandûmê de dengên erê bi serkevin, hejmara parlementer û senatorên Îtalyayê wê werin kêmkirin.
Sîstema burokratîk a têkildarî hejmara nûnerên siyasî yên Îtalyayê, li pêşiya çerxeke adil a demokrasiyê weke asteng tê dîtin.
France 24ê têkildarî dermanekî sexte yê li piyaseyê weke derziya li dijî koronayê tê danasîn nûçeyek kir manşet.
Li gorî nûçeyê ji destpêka îlonê ve li ser twîtterê reklama derziyeke sexte ya bi navê Covîfor tê kirin.
Lê belê ji vê jî ecêbtir, danasîna vî dermanî nijadperestiyê weke tiştek normal nîşan dide.
Li gorî danasînê, ev derzî li Ewrûpa, Amerîka û Kanadayê qedexe ye û tenê ji bo parzemînên din, bi taybetî jî ji bo Afrîkiyan hatiye çêkirin.
Li dijî vê, kampanya “Afrîka li himberî nijadperestiyê hişyar bibe” destpê kir.
Kovara Time’ê di hejmara xwe ya nû de nûçeyeke li ser felaketên cîhanê bi vê manşetê ragihand:
Şewatên har, ziwabûna cîhanê, şewbên cîhanê. Gelo ev e paşeroja mirovahiyê?
Wê cîhana me çawa bigihîje serdemeke starê û ji van belayan xilaz bibe.
Di dosyayê de, li ser diyardeyên ku dibin sedemên van felaketan agahiyên berfireh cih digirin.
Newsweekê jî rapirsîneke têkildarî baweriya amerîkiyan bi peyamên serokê amerîkî Donald Trump kir manşet.
Heftiya borî Trump îdîa kiribû ku ewê heta çend heftiyan derziyeke li dijî koronayê li welatiyan belav bikin.
Di rapirsînê, ango anketê de, ji amerîkiyan hatiye pirsîn ka ew ji wan gotinên Trump bawer dikin an na.
Li gorî rapirsînê, tenê ji sedî 9ê amerîkiyan ji gotinên Trump bawer dikin, ji sedî 69ê wan jî dibêjin baweriya wan bi peyamên Trump ên têkildarî derziyê tine.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv