Li herema Heftanînê ya başûrê Kurdistanê, artêşa tirk bi hêzeke xwe ya mezin, ev 18 rojin hewl dide heremê bixe bin kontrola xwe û li wê derê mayîn de bibe.
Lê hêzên gerîla pêşi li wan girtine, rojane bi tektikên serdema nû derbê li ser derbê li wan dide.
Ji 16’ê Hezîranê ve derdora 110 eskerên artêşa dagirker hatin kuştin.
GERÎLA BI BERXWEDANEKE MEZIN NAHÊLE DAGIRKER BÊHNÊ BIDIN Û BISTÎNIN
Dewleta Tirk a dagirker li gel hevkariya hin hêzên navneteweyî û herêmî, 16’ê Hezîranê ket pey hewldaneke nû.
Ew jî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye.
Rayedarên tevgera azadiyê destnîşan dikin, ku dewleta Tirk hem dixwaze bi qasî 40 km xaka Başûr dagir bike û hem jî dixwaze vê xakê îlhaq bike…
An go bi ser neqşeya welatê xwe ve bike.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan pîlana dewleta Tirk a bi tevgera li Heftenînê wiha rave kir.
Artêşa dewleta Tirk hin girên li Heftenînê bi teknîka xwe ya şer dagir kirine.
Lê, gerîlayên HPG û YJA-Starê bi berxwedana xwe nahêlin dagirker bêhnê bidin û bistînin.
Rojane dagirkerên li ser girên Şehîd Bêrîvan, Şehîd Zelal, Xantûrê, Katû Sulê dibin hedefa gerîlayan.
Ji 16’ê Hezîranê heta niha di encama vê berxwedanê de artêşa dagirker derbên giran xwarin.
Di 17 rojan de bi kêmanî 110 eskerên wê hatin kuştin.
Hêzên Parastina Gel, bi hêzên parastina hewayî gelek çalakî li darxistin.
Her wiha 6 helîkopterên kobra ji gerîlayan derb xwarin.