Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji parêzerên Apo Dogan Erbaş: Pergala girtîgeha Îmraliyê laboratûwara êşkenceyê ye 03.12.020

 

JI PARÊZERÊN RÊBER APO DOGAN ERBAŞ:
PERGALA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ LABORATÛWARA ÊŞKENCEYÊ YE

Ji parêzerên destpêkê yên Rêber Apo û endamê meclîsa HDP’ê Dogan Erbaş li ser pergala êşkencê ya Îmraliyê ji ANF’ê re axivî û got: Pergala Girtîgeha Îmralî laboratûwareke êşkencê ye.

Dogan Erbaş anî ziman ku tişta li Îmraliyê dibe, pergaleke êşkencê ye û got: Hem ji aliyê hiqûqa hundur û hem jî ya navnetewî, li Îmraliyê dij-hiqûqî û pêkanînên kêfî yên li gorî kêfa desthilatedarî hene.

Erbaş qanûnê û pêkanînên li Îmraliyê, wekî “qanûn û pêkanînên taybet ên li dijî Ocalan” nirxandin û got:

Piştî ceribandina li Îmraliyê, pergala girtîgeha tîpa F derxistin holê. Pêkanînên li Îmraliyê gav bi gav belavî tevahiya TIrkiyê dikin.

Dogan Erbas xemsariya CPT û Konseya Ewrûpayê jî rexne kir û ji wan xwest ku pêwistiyên rapor û biryarên xwe bi cih bînin.

PARLEMENTERA HDP’Ê AYŞE ACAR BAŞARAN:
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ, VEGUHERIYE TECRÎDKIRINA GELÊN TIRKIYÊ

Parlemenetera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî pergala tecrîdê ya Îmraliyê, wekî pergaleke pêşeroja tevahiya gelên Tirkiyê tehdît dike nirxand.

Ayşe Acar Başaran anî ziman mirov nikare pêkanînên li Îmraliyê bi hiqûqê bi nav bike û got: Pêkanînên li ÎMraliyê siyasî ne. Lewma divê têkoşîna li dijî wê jî siyasî be.

Ayşe Acar Başaran li dijî tecrîdê û pergala Îmraliyê banga têkoşîna hevpar li tevahiya gelên Tirkiyê kir.

Êdî em hemû di bin tecrîdê de ne. Divê ev êşkence bi dawî bibe. Divê êdî birêz Ocalan teqez azad bibe. Divê hemû gel li dijî vê bixebitin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv