Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsa rojnamevan Gulistan Çiya Îke nivîsa ‘PKK Kurd kirin xwedî rûmet’ 27.11.2020

 

PKK’Ê KURD KIRIN XWEDÎ RÛMET
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

PKK 42 sal in li Kurdistanê heye û weke heqîqet pêk tê. Ji van salan 6 sal weke salên têkoşîna îdeolojîk tê pênasekirin. Bi temamî têkoşîna PKKʼê nîvsedsalek e, dewam dike, di her alî de mohra xwe li Kurdistanê daye. Bi rêbertiya şoreşger a Rêber Apo, nirxên PKK’ê afirandî wê bandora xwe sedsalan bidomîne. Têkoşîna ku PKK pêşengiya wê dike, şoreş di nava şoreşê de pêk aniye. Ji vî alî de şoreşên di fikir û jiyana civakê de pêk hatine, ji asta gelek şoreşên di dîrokê de pêk hatî, berifrehtir û kûrtir e. Ev şoreşên ku azadiya jinê mohra xwe lê dayî, wê bi berfirehî û kûrahî dewam bikin.

Bi têkoşîna ku PKK pêşengiyê wê dike sînor bê wate bûne, di navbera Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê de hest û ruhê yekîtiyê bi hêz bûye. Gelê Kurd di wê astê de bûye civakeke neteweyî ya bi hêz ku ti hêzeke dagirker nikare di nava sînorên ‘xweʼ de têkoşîna azadiya Kurdan bê bandor bike. Bi vê rastiya gel ya ku PKK’ê li çar beşên Kurdistanê afirandî, şensê hêzên dagirkerên Kurdistanê nemaye Kurdan biperçiqînin û tine bikin. Ev heqîqet bi tenê jî têrê dike giringî û wateya PKKê ya ji bo gelê Kurd raxe ber çavan.

Beriya ku di pêşengiya Rêber Apo de PKK bibe hêzek bi bandor ya îdeolojîk û siyasî, Kurd wekî gelê herî paşketî yê Rojhilata Navîn dihat dîtin. Nêrîn û fikra der barê Kurdan de neyînî bû, nebaş bû. Niha jî gelê Kurd wekî gelê Rojhilata Navîn yê herî şoreşger, demokratîk û azadîxwaz tê dîtin. Êdî gelê Kurd di şexsê PKK’ê de bûye gelê herî pêşketî yê cîhanê. Bi paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bûye hêviya mirovahiyê hemûyê. Li dijî şaristaniya dewletperest ya 5 hezar salan, bi konfederalîzma demokratîk a xwe disipêre rêveberiya gel, serdemeke nû daye destpêkirin. Hêzên şaristaniya demokratîk ku tevahiya dîrokê li hemberî şaristaniya dewletperest li ber xwe dane, bi paradîgmaya Rêber Apo û xeta demokratîk ya sosyalîst dê mohra xwe li sedsala 21. bide. Bi vî awayî sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê û pergala konfederalîzma demokratîk dê li her qadê pêk were.

Dema behsa qezencên PKK û Rêber Apo yên ji bo mirovahiyê bê kirin, divê ev pêşketin û nirxên mezin yên li Kurdistanê, Rojhilata navîn û cîhanê çêkirî, bêne dîtin. Wekî Rêber Apo jî îşaret pê dike, ew xwedayên zalim yên di mîtolojiyan de jî nikarin nirxên PKK’ê afirandî înkar bikin û nebînin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv