Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsê rojnamevan Ramazan Olçen nivîsa ‘Brîtanya-Almanya-Erdogan’ 13.01.2021

 

RAMAZAN OLÇEN / WELAT
BRÎTANYA-ALMANYA-ERDOGAN

Bi destpêka salê re Brîtanya ji endamtiya Yekitiya Ewropayê bi fermî derket. Ev derketin ji bo espriya tifaq û fikra Ewropayê derzek bû, lê ev tişta ku di medyayê de jê re dibêjin Brexît jî bûyereke wisa di navbera duh û îro de neqewimiye. Ji dema ku li vê parzemînê û li cîhanê desthilatdarî meyla muhafazakariyê xwedî kir û vir ve; veqetîneke nefermî pêk hatibû.

Brîtanya niha ji bo ku xisarên xwe yên ji ber derketinê kêm bike; bi derdorên cuda re peyman li ser peymanan girê dide. Peymanek jî rabûn bi Tirkiyeya Erdogan re girêdan. Ev peyman ji bo Erdoganê ku di nav krîzeke mezin a siyasî, civakî û aborî de weke ava heyatê bû.

Erdogan, ji ber têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re û bi siyaseta xwe ya li dijî Sûriye, Lîbya, Qibris û Yewnanistanê bi Yekitiya Ewropayê re di nav şerekî dîplomatîk de bû. Dîsa di milê aborî de pêdiviya xwe bi “pereyê germ” hebû, lê vê manevraya Borris Johnson kir ku rejîma Erdogan nefesekê bigire. Heta sedema vê nefes û qewetê lîderên Yekitiya Ewropayê jî meha borî di civîna xwe de li şûna zextan mecbûr man ku bi tenê hişyariyan bikin.

Îcar lazim e ku were bibîrxistin di sala 2016’an de beriya hilbijartinên li Brîtanyayê heman Borrîs Johnson hilbijêrên xwe bi tirkan ditirsand, lê li gel vê jî peymana xwe ya herî mezin jî rabû bi dewleta tirk re girêda. Helbet ev di nav raya giştî ya Brîtanyayê de jî rastî nerazîbûnan hat. Lê ev nerazîbûn wê dîsa rewşa reel nikaribin biguherînin. Li vê derê tişta biêş ew e ku bi xurtkirina destê Erdogan, kesên weke Johnson di esasê xwe de li dijî gelên xwe cinawirek mezin dikin.

Erê rast e ev cinawir niha bi goştê cane kurdan ketiye. Dixwaze kok li kurdan biqelîne. Di vê daxwaza xwe de wê helbet bi ser nekeve, lê ev cinawir bi çeteyên xwe ne bi tenê kurdan, gelê li Ewropayê jî diêşîne. Tişta ku li Almanyayê Merkel ji bo Erdoganî dike li Brîtanyayê jî Johnson dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv