ZEXTÊN PDK’Ê YÊN LI SER MEXMÛRÊ
JI ŞÊNIYÊN MEXMÛRÊ METÎN ADÛGÎT LI ZÎNDANA PDK’Ê ŞEHÎD BÛ
Metin Adugît di navbera 2009 û 2012’an de hevserokê BDP’ê yê navçeya Wanê Ebexê bû.
Kurekî wî jî di nava refên gerîla de şehîd bû.
Di sala 2011’an de di doza qirkirina siyasî hat girtin û bi qasî 2 salan di zîndanan de ma.
Piştî hat berdan cezayekî giran lê hat birîn..
Ji ber zext û faşîzmê, xwe spart Başûrê Kurdistanê û li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê bi cih bû.
Di 7’ê Mijdara 2020’an de ji aliyê aşayişa PDK’ê ve hat girtin.
Tevî ji rêveberên PDK’ê re behsa nexweşiyê xwe dike jî wî na berdin û davêjin zîndanê.
Hevalekî wî dermanê ji bo nerxweşiyê jêre dibe.
Lê rêveebriya zîndanê dermên nadin wî.
Tevî hemû hewldanan jî destnedan ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike.
Asayîşa PDK’ê 12’ê Çileyê li malbata wî geriya û ji wan re ragihand Metîn Adugît ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.
Beriya demekê jî, dîsa ji şêniyên Mexmûrê Hacî Haydar ji ber şert û mercên li zindana PDK’ê jiyana xwe ji dest dabû.
Hêjayê bi bîr xistinê ye, PDK ji 17’ê tîrmeha 2019″an û vir ve wargeha Mexmûrê dorpêç kiriye.
Demên dawî gelek kesên diçûn Hewlêrê bi bahaneyên cûr be cûr girtine û avêtine zindanê.
Siyasetmedarên Bakurî yên mîna Adugît neçar mane ji ber faşîzmê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, qala zext û zordariya PDK’ê kirin.
Siyasetmedarên Kurd behsa kirinên PDK’ê ji ajansa nûçeyan a ANF’ê re kirin û wiha gotin.
Dema me ji ber faşzîma dewleta Tirk koç kir, me ev der tercih kir
Ji ber ku ev der Kurdistan e.
Lê zilma li vir, ne kêmî a Tirkiyeyê ye.
PDK timî gefa şandina Tirkiyê û girtinê li me dixwe.
Di nava du mehan de nêzî 50 kes ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin.
Tevî girtiyên DAÎŞ’ê bi 30-40 kesî li odeyên ji 20 metreçargoşeyî tên hiştin.
Siyasetmedaran diyar kirin wefata Metîn Adugît van kirinên PDK’ê teşhîr dike û jê xwestin ku dest dijminahiya Kurdan berd e.