Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Şirnexê heta Semsûrê jinan li qadan got Jin Jiyan Azadî 25.11.2020

 

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
JI ŞIRNEXÊ HETA SEMSÛRÊ JINAN LI QADAN GOT “JIN JIYAN AZADΔ

Jinên Kurd li tevahiya Bakurê Kurdistanê di roja li dijî tundiya li ser jinê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad-TJAyê li qadan bûn.

Li Şirnexê tevî hewldanên astengkirinê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve jinan li ber avahiya HDPê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Aktivîsta TJAyê Zozan Aksû ve hat xwendin û hat gotin, emê ti carî ji têkoşîna xwe tawîzê nedin.

Em bang li tevahiya jinên Kurd, Tirkiyê û cîhanê dikin, ku qadan vegeuherînin qadên azadiya jinê.

Navnîşaneke din a çalakiya jinan navçeya Mêrdînê Qoserê bû.

Li vir jî polîsên dewleta Tirk hewl dan meşa jinan asteng bikin.

Tevî vê yekê jî jin tevî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlementer Pero Dundar û Ayşe Surucu ji Parka Mehmet Sîncar heta ber avahiya HDP’ê meşiyan.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz li vir axivî û hewldana astengkirina çalakiyê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve, rojane binçavkirin û girtina jinan weke têkçûyîna desthilatdariya AKP-MHPê bi nav kir.

Çalakiya li Batmanê jî bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlementerên HDPê Nûran Îmîr, Feleknas Ûca û gelek jinan pêk hat.

Polîsên dewleta Tirk dor li jinan girtin û nehiştin bimeşin.

Li ser vê yekê li ser Rêya Gulistanê daxuyanî hat dayîn.

Parlementera HDPê ya bajêr Feleknas Ûca yek bi yek behsa wan jinên Kurd ên hatine qetilkirin kir û wiha got:

Parlementera HDPê Nûran Îmîr jî wiha axivî:

Li Colemêrgê jî daxuyanî li ber avahiya HDPê hat dayîn.

Hevseroka HDPa bajêr Sîpan Tûran daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de peyama mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê hat dayîn.

Li Wanê jî faşîzma AKP-MHPê xwe dîsa bi polîsan li ser jinan da der.

Destûra meşa jinan nehat dayîn.

Berdevka HDPê Ebrû Gunay, parlementer Şevîn Coşkun û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.

Daxuyanî li ber avahiya HDPa Rêya Armûşê hat dayîn.

Li vir jî hat gotin, wê serhildana jinan li dijî faşîzmê, şidetê mezin bibe.

Li Rihayê jî Platforma Jinan a bajêr li ber navenda kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî da.

Li Semsûrê jî Platforma Jinan li Parka Demokrasiyê daxuyanî da.

Daxuyaniya li Dersimê jî li qada Seyîd Riza bi beşdariya gelek jinan hat dayîn.

Xwişka Gulistan Doku ya 326 roj in winda ye, Aygul Doku jî di çalakiyê de li aqûbeta xwişka xwe pirsî û got, heta kesên ev bi me kirine werin cezakirin ezê têbikoşim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv