Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji terteleya Dêrsimê heta Efrînê 18.01.2021

 

JI TERTELEYA DERSIMÊ HETA EFRÎNÊ
DAGIRKER DÎROKA XWE DÛBARE DIKIN

Efrîn û Dersim ji 500 kîlometre zêdetir dûrî hev in.

Lê tenê ev dûrbûneke fîzîkî ye.

Mijar dema dibe zilm û jin ji mesafeya fîzîkî zêdetir bûyerên heyî zêdetir nêzîkîn.

Ji sala 1937-38 û heta sala 2021’an tenê tiştek nehatiye guhertin ew jî êş û Terteleya ku bi dawî nabe.

Ya li Efrînê îro tê jiyîn, di eslê xwe de dûbarebûna dîrokê ye.

Gelek xelkê Dersimê ji ber Terteleya 1937-38’an koçî navçeya Efrîn Mabatayê kirine.

Jinên ku ji terteleya Dersimê rizgar bûn, û ji bo aqûbeta “keçên winda yên Dersimê” nejîn koçî Efrînê kirin, piştî 83’ê salan îro heman zilmê dijîn.

Aqûbeta dehan jinên Efrînî ku ji aliyê komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin hêjî nayê zanîn.

Sazî û dezgehên navnetewî li hemberî vê rewşa jinan bêdengin.

Ew jinên Kurd ku ji ber têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê cîhanê ji wan re li çepikan dan niha li Efrînê tenê tên hiştin.

Zeluş Ala ya malbata wê ji ber terteleya Dersimê li Mabataya Efrînê bicîh bûbû, di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa Mezopotamya wiha gotibû:

Jinan ev zilm bêrî niha jî dîtibû. Em ji ber komkujiyan hatibûn vir, lê li vir jî dixwazin me tûne bikin.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê 20’ê Çileya 2018’an êrişî Efrînê kirin û piştî 58 rojan ango 18’ê Adarê Dagirkirin.

Piştî dagirkirina Efrînê her roj jinek an bi tacîz, tecawiz, kuştin û revandirnê re rû bi rû tê.

Herî zêde jî bûyerên weke tecawiz, îşkence revandin û di berdêla kesên hatine revandin de fîdye ango pere di rojevê dene.

Efrîna ku beriya dagirkirinê weke bajarê Jinê di hat nasîn, niha ji bo jinan bûye weke dojehê.

Li gorî rapora rêxistina mafê mirovan di destpêka meha çile eşkere kir.

Li Efrînê di nava 3’ê salan de 65 jin hatine kuştin, 5 jinan xwe kuştine, bi giştî 7 hezar 343 sivîl hatine revandin.

Sivîlên ku hatine revandin bi îşkenceyên giran re rû bi rû mane.

Lê ev hêjmar tenê bûyerên di raya giştî de hatine eşkerekirin.

Ji ber ku ji cihên hêzên dagirker ku tê dene, agahî girtin gelek zahmete.

Li Efrînê, saziya Missing Efrîn Women an go Jinên Efrînî yên Windakirî daneyên jinên windakirî eşkere dike.

Li gorî daneyên projeyê, ji 20’ê Çileya 2018’an heta niha zêdetirî 200 jinên Efrînî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin.

Tenê di meha Mijdarê de revandina 11 jinan hatiye ragihandin û aqûbeta 10 jinan jî nediyar e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv