Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên DawîZarok

Jiang Yung ê 3 salî lîstikvanê şaraze yê Pîng Pongê ye

 

Di karantînaya pandemiyê de, me tim behsa krîza aboriyê, problemên nav malbatî kir.

Gelo di vê hefsîbûna seranserê dinyayê de, bala me çiqas li ser cîhana zarokan û perwerdeya wan bû?

Niha emê li vîdeoyek ji Çînê temaşekin. Di mal de perwerdekirina zarokê sê salî, weke mînakek hişyariyê ye ji bo me mezinan.

Jiang Yunbo yê sê salî binasin…

Ev cewherê Çînî, di bedena xwe ya biçûk de hunerek mezin dihewîne.

Jiang Yunbo, her sibe radibe, bi pîrika xwe re diçe ser maseya tenîsê û bi konsantrasyonek giran hukum li spora tenîsê dike.

Jiang Yunbo, di sal û nîviya xwe de dest bi spora tenîsa masê kiriye.

Ji wê demê ve ye, pîrika wî di tîma Sîçûan a Çînê de jê re mamostetî dike.

Pîrika wî Ma dibêje: “Bi taybetî ji destpêka pandemiyê ve, rojê saetek em bi hev re li ser vê sporê dixebitin.”

Li ser pêşeroja neviyê xwe Ma difikire ku li gel vê hunera xwe, divê zarok biryara xwe bide

Pîrîka wî wiha diaxive:

“Di her rewşê de emê piştgiriya Jiang Yunbo bikin da ku ew bi ser bikeve.”

 

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv