Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jimara nû ya Newaya Jin a meha Çileyê derket 02.01.2021

 

‘EM BER BI ŞERÊ WE VE DIHERIKIN’
JIMARA NÛ YA NEWAYA JIN A MEHA ÇILEYÊ DERKET

Em ber bi şerê we ve diherikin.

Ev manşeta rojnameya Jinê newaya jin a meha Çile ye.

Newaya jin di vê jimara xwe de taybet li ser komkujiya Parîsê û Slopya disekine.

Behsa kesayet, têkoşîn, şer û rola Sakîn Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîse Nayir û Fatma Uyar dike.

Bi boneya meha çile, rojname bi formaneteke taybet hatiye amadekirin.

Di vê jimarê de Analîz, vegotin û gotar bi şêwazeke biyograya bi taybet hatiye amadekirin.

Behsa jiyan, têkoşîn, bandor û rola şehîdên komkujiya Parîsê û Slopya dike.

Siyasetmedar Gulten Kişanak ji zindanê bi sernavê “Jina celadan dibizdîne, li ser rola Sakîne Cansiz û şertên zindanên dewleta Tirk ê piştî 12’ê îlonê nivîsî.

Gulten Kişanak di nivîsa xwe de behs dike, Sakîne Cansiz a tifî rûyê êşkencekar Esat Oktay kir, bi hemû jinan re dida û distand bê ku ferq û cûdahiyê bixe nav wan. Bi wan re eleqeder dibû, rola mêzîna edaletê dilîst.

Nîvîskar Zerya Gul jî bi sernivîsa “Pêşengên Hêvî û Berxwedanê” balê dikişîne ser jinên şoreşger.

Zerya Gul komkujiya Parîs û Slopya wekî tevgereke”şkandina hêviyê” bi nav dike û dibêje:

Xeta têkoşîna azadiya jinê her ku rehên xwe bi kûr ve berdide û digihije gel û jinên din reng û xisletê komkujiyê girantir û cihêtir dibe.

Nivîskar Nûdem Nûrheq jî li ser komkujiya 4’ê çileya 2016’an ya li Silopya disekine.

Newaya Jin di vê jimara xwe de bi ser navê Gava Yekemîn ber bi Apocitiyê ve cih daye dan û standinên Rêber Apo û Sakine Cansiz.

Nivîskar, Songul Karabûlat, Bîrcan Yildiz, li ser Sakînce Canzi, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez nivîsandin e.

Rojnameya Jinê cih da ye Hevpeyvîna bi Janet Bîel ku pirtûka Sakîne Cansiz Sara a Jiyana min tim şer bû çileya 2019’an wergerand zimanê Ingilîzî.

Di rojnameyê de nivîskar Hêja Zerya li ser jineolojî, Gulrux Hatemî li ser têgîna Femînîcîde, Nurhaq Gulbihar li ser raperîna gel a başûrê Kurdistanê nivîsî

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv