Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Jin ji bo Ebrû Erdem li ber Edliya Bakirkoyê bûn

 

 

Platforma Jinan a Muxlayê her hefte li dijî tûndiyê çalakî pêk tînin.

Di hefteya 9’de jinan xwest Peymana Stenbolê bê pêk anîn û kujerên jinan bên cezakirin.

Li ber edliya Kadikoyê jî jin ji bo kujerê Ebrû Erdem bê cezakirin kom bûn.

PLATFORMA JINAN A MUGLAYÊ, DI HEFTEYA 9’AN DE XWESTIN PEYMANA STENBOLÊ PÊK BÎNIN

Platforma jinan a Muxlayê her hefte roja pênceşmê bi daxwaza pêk anîna peymana stenbolê û cezakirina kujerên jinan li hev kom dibin.

Di heftaya 9an de Jinên ku li qada Sinirsizlik li hev kom bûn

Gulsum Nazligolu li ser navê jinan daxuyand û diyar kir, ewê dest ji destketiyên xwe bernedin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ger peymana Stenbolê hatiba pêk anîn û jin ewqas nedihatin kuştin.

JIN JI BO EBRÛ ERDEM LI BER EDLIYA BAKIRKOYÊ BÛN

Li aliyê din jin, ji bo rûniştina doza kuştina Ebrû Erdem a 20ê Adara 2019an ji aliyê Serdar Taş ve hate kuştin li ber edliya Bakirkoyê li hev kom bûn.

Beriya rûniştina dozê jinan daxuyaî dan û diyar kirin ku roja bûyerê Serdar Taş bi zorê madeyên hişbir daye Ebrû û paşê ji qata 9an avêtiye xwarê.

Jinan diyar kir, heta edalet pêk were ewê şopderê dozê bin..

Piştî daxuyaniyê jin derbasî salona dadgehê bûn.

Kujer ji bo parastina xwe bike daxwaza demê kir.

Heyeta dadgehê daxwaza Demê ya kujer Serdar taş û temamkirina babetên kêm qebûl kir.

Paşê doz taloqî 25ê Mijdarê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv