JIN BI ŞÊWEYEK KOMÎ XEBATÊN JI BO ZIVISTANÊ DIKIN
Rêxistina Kongra Star li Heleba Suriyê ji bo jina derfetên aboriyê pêş dixe.
Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star projeya salçeya îsotan da destpêkirin.
Jinên ku cihên xwe di vê projeyê de digirin dan zanîn ku ji bo amadekariya zivistanê pêwistî bi keda destê jinê heye û gotin: “Xarina ku bi destê jinan tê çêkirin tam û ekla wê cuda ye.
Her sal di van mehan de jin dest bi amadekariyên ji bo zivistanê dikin.
Rêxistina Kongra Star ji bo piştgiriyê bide jinan xebatên aboriyê bi rêve dibe.
Komîteya Aborî ya Kongreya Star a bajarê Helebê Projeya Dimsa Îsotan da destpêkirin.
Ji gelek taxan jin beşdarî komîna xebata aboriyê bûne.
Xebata jinan bi şêweyek komînal tê meşandin.
Ji Rêveberiya Komunê Zeyneb Nasir anî ziman ku ew amadekariyên xwe bi hev re dimeşînin û got: Her sal di vê wextê de ew tên gel hev.
Zeyneb Nasir dibêje niha krîza aboriyê heye û bi vê hewldana xwe rê li pêşiya krîza heyî digrin.
Yek ji xebatkara komînê Necîde Hemo ye.
Necîde Hemo destnîşandike ku projeya aboriyê sudek gelek mezin daye wan.
facebook.com/sterk.net/
Twitter: @kurdisterktv
@sterknucenews
Telegram: https://t.me/sterkkurditv