Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jin li Wanê xwedî li keda destê xwe derketin 15.09.2020

 

JIN LI WANÊ XWEDÎ LI KEDA DESTÊ XWE DERKETIN
KOOPERATÎFA “KEDA JINÊ” KEDA JINÊN LI MAL DIXEBITIN VEDIGUHEZÎNE ABORIYÊ

Li Wanê 60 jin hatin gel hev û kooperatîfek ava kirin.

Kooperatîfa bi navê “Keda Jinê” ji bo jinan deriyekî nû yê abariyê vekiriye..

Jin li vir hem haziriya ziviztanê dikin, hem jî xwarinên çedikin difroşin.

Keda jinê ya di jiyanê de bi hejmar û pereyan nayê pîvan.

Her wiha keda ku bi taybetî di mal de tê xerckirin, weke ku ji xwe parçeyek xwezaya jinê ye ji rêzê tê dîtin.

60 jinên li bajarê Wanê, bi vê hişyariyê xwedî li keda xwe ya nav malî derketin û bi xebatek kolektîf bi navê Keda Jinê kooperatîfek vekirin.

Bi dehan jin di nava qada hilberînê de cih girtin û dest bi xebateke berfireh kirin.

Li ser daxwazan ji bo zivistanê zad û qutên xwezayî çêdikin. Ava firingiya, şehrê destan, rîçal û gelek tiştên din çêdikin û li bazaran difroşin.

Yek ji pêşenga vê kooperatîfê Sonmez Ertaş hem di qada hilberîn û hem jî di qada bazarkirinê de cih digire.

Sonmez Ertaş bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinan û derheqê birêveçûna karê xwe de axivî:

“Keda ku em li mal didin mixabin bi ti awayî nayê dîtin. Di pêvajoya pandemî de me kargeriya xwe ji bo sê mehan girt. Lê diviya me kirêya wan mehan derxista. Lewma me li malê hilberîna xwe berdewam kir. Me rîçal, kutilk, mantî çêkir û firot. Li ser daxwazan niha me dest bi birîna rişteyan kir. Eleqe ji bo berhemên me heye. Li ser daxwazan em xwarinan çêdikin û dibin malan.”

Kargeha Keda Jinê ne tenê li Wanê kar dike.

Ji bajarên Amed, Dîlok, Mêrsîn û Êlihê jinên berhemên di malên xwe de çê dikin, ji bo vê kargehê rê dikin.

Sonmez Ertaş tîne ziman pirsgirêka wê ya aborî tine ye. Ew dixwaze bi piştevaniya jinan kooperatîfan vekin û ji bo jinên aboriya wan nebaşe bibin destek.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv