Edîtora Jin News Munewer Karademir tevlî weşana zindî bû û diyar kir ku ajansa buyera tecawizkariya 2 jin û zarokek ku ji hêla Polîs, cerdewan û eskerên Tirk ve pêkhatiye derxistine holê.
Ji hêleke din ve Hevseroka HDP’ê ya bajarê Batmanê Fatma Ablay, derbarê mijarê de helwest û xebatên partiya wan li hember vê hişmendiya tecwizkar anî ziman. Fatma Ablay anî ziman ku ewê dest bi rêze çalakiyan bikin ku tecawizkar bigihêjin cezayên ku heq dikin û ewê hemû hewldanên xwe bi vê armancê bikin ku tecawizkar werin darizandin.