Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Jin starta çalakiyên 25ê Mijdarê dan 08.11.2020

 

Li Bakurê Kurdistanê tevgera jinan her hefte di nava çalakiyên cuda de ne.

Di meha Mijdarê dê bi wesileya 25’ê Mijdarê Roja Tundiya li dijî jine, ewê li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bikevin nava xebatên aktif.

Tevgera Jinên Azad TJA, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li Kurdistan û Tirkiyeyê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê dan.

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê bi daxuyaniyekê li Bakirkoye starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da.

Parlementerên HDP’ê Aktivistên TJA û gelek jin beşdarî daxuyaniye bûn.

Jinan di daxuyaniye de gotin:Ji bo jin neyên kuştin û bijin xweparastin bû ye mecburî.

Li Edenê jî di bin dorpeça polîsande li nava avahiya partiya HDP’ê bi sloganan starta çalakiyên 25’ê hat dayin.

Parlementera HDP’ê ya Edene Tûlay Hatimogullari li ber avahiya partiye daxuyaniyek da.

Hatimogullari li vir daxuyaniyek da nerazibûn nişani astengiya polîsan a li dijî çalakiya wan da.

071120-ank-hdp-kadin-25-kasim-aciklama
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqereyê jî li avahiya partiya xwe starta 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew ê li dijî polîtîkayên dijminatiyê li her derê têkoşîna xwe bikin.

Li navçeya Riha Pirsûsê jî jinên HDP’î li ber avahiya Navçeye bi coşek mezin starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê dan.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziyê Tosûn li vir axivi û diyarkir ku ew ê li hemberê tundiya jinê dengên xwe bilind bikin û şerên qirêj ên taybet re bêjin na.

Li Bazidê jî bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Gûven bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin.

Leyla Guven a ku di daxuyaniyê de axivî û ev peyam da;

Jin ne tenê li vir, li her derê cîhanê li dijî tundiye serî hildidin.

Em hene û em ê li dijî zîhniyeta mêr serî hildin.

 

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv