Senem Arîn li Dersîmê yekane hosteya jin e ku tembûran çêdike.
Ciwana Kurd piştî li bajarên Tirkiyê xwendina xwe diqedîne vedigere Dersimê û naveda çêkirina tembûran vedike.
Senem Arîn ciwaneke 24 salî ya ji Dersîmê ye. Ew yekane jina ku tembûran çêdike ye
Senem Arîn di sala 2014’an de li Konservatura Muzîka Rojava ya Semsûrê perwerdeya muzîkê dibîne.
Di sala 2015’an de li Beşa Tamîr û Çêkirina Saz a Konservatura Mûzîkîya Tirk a Dewletê ya Zanîngeha Egeyê dixwîne.
Piştî ku 4 salan şûnde zanîngehê diqedîne berê xwe di de cih û warê xwe Dersimê.
Senem li Dersimê ji bo çêkirina tembûrê ji bo xwe navendekî vedike û li wir dest bi kar dike.
Her çendî çêkirina tembûra karek zor û zehmet be jî wê bi dilxwazî ev kar hilbijartiye.
Senem Arîn diyar kir ku ji çêkirina tembûrê heta lêdana tembûrê bûye pisporê kar û wiha axivî:
Her çêkirina saz û tembûrekê 2 mehan didome. Dema ez Enstruman didim xwediyê wî dilê min pêre diçe.
Lê encama keda min min kêfxweş dike. Piştî min ev kargeh vekir ez dixwazim gelek kes bên li vir fêrî çêkirina tembûr û saz bibin.
Li zanîngehê di pola me de 8 mêr û 2 jin bûn. Divê bi taybetî jin eleqeyê nîşanî vê qadê bidin.
Senem Arîn dibêje çêkirina tebûran tenê ne karê mêrane û got.
Ev ne tenê karê mêran e. Ez dixwazim jin jî eleqe nîşanî vî karî bidin. Kî bixwaze dikare fêr bibe û vî hişê ‘Karê mêran e’ pûç bike.
Jin bingeha civakê ne. Niha bertekên xweş hene. Dema min zanîngeh dixwend digotin ‘Tu nikare vî karî berdewam bike’.
Herî zêde mêran ev tişt digot. Lê piştî min li Dersîmê dest bi vî karî kir pir şaş û maş bûn. Ji bo fêrkirina vî karî û pîşeyî deriyê min ji her kesî re vekirî ye.
Li Dersimê hema di her malekî de mirovek heye ku li tembûrê bide.
Ji kalan bigre heya ciwanan lê dana tebûrê li Dersimê weke çandekiye