Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jina Kurd bi keda destê xwe aboriya komînal ava dike

 

HER TIŞT BI ŞÊWEYEK KOMUNAL TÊ BIRÊVEBIRIN

Li gundê Sorekê yê Mazgirtê jiyan bi şêweyek cuda dimeşe.

Welatiyên gund bi awayek komînal xebata xwe ya aboriyê bi rêve dibin.

Li vî gundê ku aboriya şexsî lê tuneye, her tişt bi awayekî bi hev re tê dabîn kirin.

Yek ji şêniya gundê Sorekê jî Fadîme Çetînkaya ya 58 saliye.

Fadîme Çetînkaya ya bêyî qirûşek pere xerc bike bi zebze û fêkiyên baxçeyê xwe û yên cîranên xwe amadekariyên zivistanê dike.

Fadîme Çetînkaya anî ziman ku li gund şert û mercên zivistanê zehmet in û got, lewma ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê dikin.

Derbarê keda jinan a li gund de jî Fadîme Çetînkaya dibêje.

Li gund ked ji jinan tê pirsîn, jin her karî dikin û piraniya xebatê jî bi destê jinan tê meşandin

LI GUNDÊ KEDEKÊ JIN DI NAV ERDAN DE DIXEBITIN.  JINÊN GUND: ŞERT Û MERCÊN JIYAN Û XEBATÊ GIRAN DIBE

Li gundê Kedek ê navçeya Pulur a Dersimê, jî 10 jin dest berhevkirina 80 donim fasûle kirin.

Jinên xebatkar her sibeh saet di 5’an de berê xwe didin nava erd û heya êvarê dixebitin.

Lê belê heqdest van jinan tenê 100 lîreyê Tirk e.

Makbûle Yilmaz, Aysel Eren û Dîlîz Suzgun 3’ê jinên ku di nav zeviyan de dixebitine ne.

Jinan bal kişand ser şert û mercên xebatê û gotin, her diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe.

Her wiha jinan gotin ew bi heqdestek kêm têne xebitandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv