Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jinên Ciwan bi meşaleyan li kolanên Amedê meşiyan 22.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JINÊN CIWAN BI MEŞALEYAN LI KOLANÊN AMEDÊ MEŞIYAN

Li gel ku dewleta tirk a dagirker bi hezaran esker û polêsên xwe xistine Amedê jî nikare pêşî li çalakiyan bigre.

Ciwanên kurd her şev li taxekê bajêr di çarçova pêngava dem dema azadiyê de li qad û kolanan in.

Duh bi şevê jî bi dehan jinên ciwan ên welatparêz danê êvarê li Taxa Fiskaya ya Amedê kom bûn û bi meşaleyan daketin kolanan.

Ciwanan pişgirî da berxwedana li zîndanan.

Ciwan li temamiya kuçeyên Fîskayayê meşiyan, dirûşm berz kirin.

Şêniyên taxê jî bi tilîlî û çepikan piştgirê da çalakiyê.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MECLISA CIWANAN LI STENBOLÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ MEŞIYA

Endamên meclisa ciwanan a HDP’ê jî li gel hemû zext û astengiyên hikûmeta tirk a faşîst jî çalakiyên xwe didomînin.

Polîsên hikûmeta faşîst ji bo pêşî li çalakiyan bigre beriya du rojan bi ser hemû avahiyên rêxistinên HDP’ê yên li navçeyên Stenbolê de girt.

Lê tevî vê jî ciwan li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo li qadan in.

Ciwan li navça Stenbol Beyogluyê li taxên Hacî Ahmet û Tarlabaşi meşiyan û belavok belav kirin.

Navça Sultanbeyliyê jî ciwana ji bo piştgiriya grevê birçîbûnê û li dijî Qayumê Zanîngeha Bogazîçiyê pankart daliqandin.

Li taxa Otobanê ya navçeya Gaziosmanpaşa jî, ciwanan li ser dîwaran nivîsên li dijî tecrîd û faşîzmê nivîsandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv