Li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk kampanya hene.
Jinên Ciwan li Kurdistanê dest bi kampanyayê kirin.
Di kampanyayê de bi vîdeo û wêneyan dagirkerî û komkujiyên Dewleta Tirk nîşanî cîhanê dikin.
Ciwanên li Başûrê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriya Artêşa Tirk kampanya îmzeyan bi rêve dibin.
KAMPANYA JINÊN CIWAN
DAGIRKERÎ Û KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK NÎŞANÎ CÎHANÊ DIDIN
Komek ji jinên ciwan ên Kurd li Kurdistan û welatên cuda yên cîhanê li dijî dagirkerî û komkujiyên Dewleta Tirk, li ser medya dijital kampanya dan destpêkirin.
Di kampanyayê de bi 6 zimanên cûda peyam tên dayîn.
Bi dirûşmeya “Em Kurd in, ne terorîst in” vîdeo hatin parvekirin.
Nûha Behadîn a li bajarê Silêmanî li ser rêveçûna kampanyayê axivî.
KAMPANYA LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
JINÊN CIWAN ÊN TÊKOŞER LI SILÊMANÎ 3 HEZAR ÎMZE KOM KIRIN
Li dijî dagirkeriya Artêşa Tirk, ciwanên li Başûrê Kurdistanê jî di 30’ê Hezîranê de kampanya îmzeyan dan destpêkirin.
Jinên Ciwan ên Tekoşer, di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftenînê de dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kirin.
Endamên rêxistina ciwanan li Herema Silêmanî; Bazyan, Tekye, Qeredax, Tasluce, Bacan û navenda bajarê Silêmanî îmze kom dikin.
Heta niha li heremê 3 hezar îmze hatiye komkirin.
Kampanya îmzeyan li ser malpera Change.org ê jî hatiye destpê kirin.