Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jinên Kurd ên têkoşer di lîsteya AWID ya `Arşîva Jinan A Hêviyê` de ne 30.09.2020

 

“ARŞÎVA JINAN A HÊVIYÊ”
JINÊN KURD ÊN TÊKOŞER DI LÎSTEYA AWID DE NE

Komeleya Mafê Jinan a Pêşketinê, lîsteya jinên ku cîhan guhertine belav kir.

Lîste bi navê “Çûn, lê arşîveke zindî a hêviyan li pey xwe hiştin” hatiye amadekirin.

Jinên Kurd ên wekî Hevrîn Xelef û Barîn Kobanê jî di lîsteyê de cihê xwe digrin.

Komeleyê beriya niha têkoşera Kurd Sakîne Cansiz jî weke yek ji jinên cîhan guhertine pênase kiribû.

Komeleya Mafê Jinan a Pêşketinê ku navenda wê li bajarê Kanadayê Torontoyê ye, jinên ku mohra xwe li dîrokê dane bi xebateke taybet bi bîr anîn..

Komelê bi vê armancê Galeriyeke Elektronîk amade kir..

Di galêriyê de wêne û çîroka 450î jinên bi bandor ên li cîhanê hatiye bicihkirin..

Û di nava wan de hejmarek ji jinên Kurd ên têkoşer jî hene..

Lîste binavê “Çûn, lê arşîveke zindî a hêviyan li pey xwe hiştin” hatiye amadekirin..

Komele di galeriya xwe de îşaret bi kesayeta jina Kurd Hevrîn Xelef dike û bi van gotinan behsa wê dike:

Hevrîn Xelef:

Lîdera Kurd a Siyasî.

Ew li herêma Rêveberiya Xweser a Rojava ku dikeve Bakur û Rojhilatê Sûrî, erkdar bû.

Ji bo bidestxistina mafê jinan, mirina xwe dabû ber çavan.

Ew sekreteta Partiya Sûriya Paşerojê bû û armanc dikir ku di navbera hemû netewan de bibe pirek.

Ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk û Wekhev têdikoşiya.

Wekheviya di navbera jin û mêr de yek ji armancên wê yên sereke bû.

12’ê Cotmeha sala 2019’an di encama êriş û êşkenceya koma bi navê Ehrar El Şerqiyê ya girêdayî Tirkiyê hat kuştin.

Kuştina Hevrîn Xelef weke werçerxa dîroka nûjen a Sûrî hat binavkirin.

Di heman galeriyê de komeleyê cih daye jiyan û têkoşîna şervana YPJ’ê Barîn Kobanê û bi van gotinan behsa wê dike:

Barîn Kobanê:

Yek ji Şervanên YPJ’ê bû.

Sala 2018’an kuştina Barîn û êrişa kirêt a li hemberî bedena wê bandoreke mezin li gelên herêmê kir.

Teşhîrkirina bedena wê hovîtiyeke mezin bû.

Komeleya Mafê Jinan a Pêşketinê beriya niha jî Sakîne Cansiz weke yek ji jinên ku cîhan guhertine binav kiribû..

Di galeriyê de Sakîne Cansiz wiha hatiye bîranîn:

Sakîne Cansiz:

Yek ji damezrînerên herî bi bandor ên Partiya Karkerên Kurdistanê ye.

Salên 70’î dest bi têkoşîna parastina mafê Kurdan kir.

Li girtîgehan, hêzên dewleta Tirk gelek êşkence lê kirin.

Çileyê sala 2013’an li paytexta Fransa Parîsê tevî çalakvanên Kurd Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv