Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Kampaniya “Em Xwe Diparêz in” a TJA’yê li bakur û Tirkiyê berfireh dibe

 

Tevgera jina Azad piştî 15ê Îlonê li dijî tûndiya li ser jinê û tecrîdê kampanya “Em Xwe Diparêzin” da destpêkirin,

Li gelek bajaran jî jinan bi çalakiyan starta kampanyayê dan.

Doh li Colemêrg, Riha û Îzmîrê, Îro jî li Wan û Şirnexê jinan starta pêngavê dan.

LI WANÊ JINAN BI ÇALAKIYEKÊ STARTA KAMPANYAYÊ DAN

Li gelek bajaran tevgera jinên Azad bi çalakiyan strata Kampanya “Em Xwe Diparêzin” ku TJAyê 15ê Îlonê da destpêkirin dibin.

Piştî Colemêrg, Riha û Îzmîrê îro jî jinan li sê bajaran star dan.

Yek ji wan bajaran jî Wan e.

Aktivîstên TJAyê li hewşa avahiya HDPa Wanê kom bûn.

Tevî parlementer Gulistan Kiliç Koçyîgît, Şevin Coşkun, HDP Ağrı Milletvekili Dilan Dirayet Taşdemir gelek jin beşdarî beşdarî bûn.

Beriya daxuyaniyê jinan li ber mûzîkê govend gerandin.

Aktivîsta TJAyê Aynûr Sarica metna daxuyaniyê xwend.

Yanûr daxuyakirin ku tecrîd sûcekî mirovahiyê û ewê li dijî tecrîdê têbikoşin.

Li Şirnexê jî akitvîstên TJAyê gotin, hember hemû cûreyên tûndiyê ewê xwe biparêzin.

Aktivîstên TJAyê li Îzmîrê jî starta kampanya “em xwe diparêzin dan.

Jiyan Akan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê hat diyar kirin li dijî polîtîkayên bijaftinê ewê heta dawiyê têbikoşin. û xwe biparêzin.

Aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut daxuyakirin ku ewê weke jin xwe bighînin hemû jinên li qad û taxan û bi jinan re bên cem hev û got:

“Ez bang li hemû kesên yekitiya gelan diparêze, aştî û wekheviyê diparêze dikim ku xwedî li kampanyayê derkevin.”

LI GEVERÊ LI DIJÎ BIKARANÎNA MADEYÊN HIŞBIR WÊ XEBAT BÊ KIRIN

Aktivîsta TJA Oznûr Evîn jî derbarê kampanaya dane destpêkirin de axivî.

Oznûr Evîn diyar kir, ku ewê li dijî bikaranîna madeyên Hişbir ku li Geverê gelek pêşketiye xebatan bidin meşandin û vê derbarê de xebatên zanekirinê ên malbatê bidin destpêkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv