Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jinên Meksîkayî destek dan pêngava Kongreya Star 07.11.2020

Jinên Meksîkayê destek dan pêngava rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê û ji bo her cûre êrîşên dagiker û qirkirinê bibin bersiv, dabûn destpêkirin.

Rêxistina jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongreya Star bi dirûşma ‘Ji dagirkirin û qirkirinê re na! Bi hev re jin û jiyanê biparêzin’ dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de jinan ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê û ji bo her cûre êrîşên dagiker û qirkirinê bibin bersiv û li tevahî cîhanê desteka jinan bigire dest bi kampnayayeke ya îmzeyan kiribû.

Jinên Meksîkayî yên destek dan kampanyayê bi wêneyên Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriye Şehîd Hevrîn Xelef a ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve û dîsa endamên Kongreya Star Şehîd Zehra Berkel, Şehîd Hebûn Xelîl û Şehîd Dayika Emîne ku di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a li Kobanê de şehîd bûbûn amade kirin û desteka xwe pêşkêş kirin.

Jinên Meksîkayî daxuyaniyek da û ev got: “Ji hevalên Meksîkayî silavên piştevaniyê ji bo şoreşa jinê ya li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişînin.

Şehîdkirina hevalên me Hevrîn, Zehra, Hebûn û Emîne asta êrîşkariya cînayet û qetilkirina jinê ya li cîhanê carekî din nîşan da.

Dîroka jinê dîroka têkoşînê ye. Ji ber ku berxwedan dike ku jin xwe li hember sîstema desthilatê ya jinê dike kole û desthilata xwe didomîne, biparêze. Ji ber vê jinên ku teslîm nebin dikujin, ji jinên azad ditirsin.

Tenê ji bo rêxistinkirin, yekîtiyê û xwe parêzin em ê li ber xwen nedin, heman demê em ê dawî li qirkirina jinê jî bînin.

Li dijî dagikerî û qirkirinê banga me ya ji bo piştevaniya di nava jinan de bi hêz bikin îmze bikin! Rewşa niha ya cîhanê ji her demê zêdetir niha girîng e. Werin em bi hev re tevlî bibin û têkoşînê bikin yek.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv