Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçe JinNûçeyên Dawî

Jinên Memxmûrê li ser rewşa wargehê nameyek ji Komsyona Mafên Mirovan a Îraqê re nivîsandin

 

KAMPA PENABERAN A MEXMÛRÊ SALEKE DI BIN DORPÊÇÊ DE YE
JINÊN MEXMÛRÊ JI KOMÎSYONA MAFÊ MIROVAN A IRAQÊ RE NAMEYEK ŞANDIN

Jinên Mexmûrê li dijî dorpêç û êrişên li ser kampê nameyek ji hikumeta Iraqê re şandin.

Jinên kampê di nameyê de çend pirsan dikin û yek ji wan jî eve

Gelo çima destûr ji van êrişên hewayî re tê dayîn? Gelo çima sahaya hewayî ji balafiran re nayê girtin? ne

Jinên wargeha Ş. Rustem Cûdî-Mexmûr’ê ji Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê re nameyek nivîsîn.

Di nameyê de qala rewşa ambargo, dorpêç û êrişan tê kirin.

Jinan di nameyê de binpêkirinên li dijî wargehê wiha rêz kirin;

Di wargehê de em zêdetirî 12 hezar kes dijîn ku di nav de zarok, jin, extiyar û nexweşên giran jî hene.

Ji ber em wargehekî penaberane hemû derfetên me yên jiyanê ji xwe sînordar in.

Wargeha me hem di bin ewlehiya dewleta Iraqê û hem jî ya Neteweyên Yekbûyî de ye.

Lê, çima dema dewleta Tirk tê me bombebaran dike, dewleta Irakê û Neteweyên Yekbûyî deng dernaxwe û helwesta pêwîst nîşan nade?

Niha tu ewlehiya jiyana me nîne. Em li ser xaka we dijîn û li vir penaberin bi destûra we li vir bi cih bûne.

Lê em dibînin ne tenê ewlehiya me tune ye. Dewleta Tirk dixwaze serweriya xaka Iraqê jî binpê dike.

Ji ber vê yekê em ji we dipirsin gelo çima destûr ji van êrişên hewayî re tê dayîn? Gelo çima sahaya hewayî ji balafiran re nayê girtin? Ma bombabaran kirina xaka we gelo derbaskirina sînor û tecawizkirina xaka we ye?

Di nameyê de jina ev bang li Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê re kir.

Em weke jinên penaberên vê wargehê bang li we birêzan dikin ku em îro li se xak we mêvanin.

Bi salane wek civaka wargehê me tu caran qanûnên dewleta Iraqê binpênekirine.

Daxwaza me ji we hûn rê nedin balafirên dewleta Tirk sînorên we derbas bike û were li ser xaka we me bombabaran bikin û me û zarokên me qetil bikin.

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv