LIHEVKIRINA PDK’Ê Û BEXDA LI SER ŞENGALÊ
Gelê Şengalê ji ber peymana hikmeta Iraq û rêveberiya Hewlêr a derbarê Şengalê de acizin, bi hêrsin.
Jinên Şengalê di wê baweriyê de ne ku yên wan bi fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’an re hiştin wê cardin nikaribin wan bi parêzin.
Di dema êrişa çeteyên daîşê a bi ser Şengalê de 5 hezar keç û jinên Êzdî hatin revadin.
Çarenûsa gelek ji wan hîna jî nediyare.
9’ê cotmehê li Bexdayê di navbera Hikûmeta Iraq û Hewlêrê de li ser Şengalê peymanek hat îmzekirin.
Di vê peymana ku rêveberiya Şengal û nûnerên herêmê nehatin beşdar kirin de, biryar hat girtin ku Şengal di warê ewlekarî de girêdayî Bexdayê be û di warê îdarî û xizmetguzarî de jî ji aliyê Bexda û Hewlêrê ve hevpar bê rêvebirin.
Nerazîbûna gelê Şengalê ya li dijî peymanê berdewam dike.
Ji vê peymanê herî zêde jî jin nerazîne û acizin.
Jinên Şengalê dibêjin wan fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’an ji bîr nekiriye û ewê destur nedin kesên ew bi tenê hiştine wan birêve bibin.