Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin 07.11.2020

Jinên ku starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dan, ev bang kirin: “Werin em li dijî polîtîkayên dijminane yên desthilatdariyê yên li ser jinan li her qadê têbikoşin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dan. Jinan di ve çarçoveye de li Enqerê daxuyaniya startê li avahiya partiyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundiya dewlet-zilamî em di têkoşînê” hat vekirin. Berdevka Meclîsa Jinan a Enqerê Zeyno Bayramoglû, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Komkujiyên jinan ji aliyê dewleta zilam ve tê hewesandin. Polîtîkayên şer, zext û êrîşên tundiyê yên li dijî jinan bi lez zêde dibin. Em ê bi jinên ku me bi hevre îsyana xwe mezin kiriye re, di hefteya 25’ê Mijdarê de, li malê, dibistanê, kargehan, qadan û li her qadê jiyanê mil bidin milê hev û têbikoşin.”
Bayramoglû, da zanîn ku ew butçeya şer a desthilatdariyê naxwazin û wiha bang li jinan kir: “Em butçeya şer, alîger, rantê û zayendperest naxwazin. Em butçeya wekhev a zayendî dixwazin. Em ji vê derê ban li jinan dikin, werin em hemû bi hev re, li dijî polîtîkayên dijminane yên desthilatdariyê yên li ser jinan li her qadê em têbikoşin û piştevaniya xwe mezin bikin. Ji ber ku ya me bide jiyîn yekitî, piştevanî û têkoşîna me  ya birêxistinkiriye. Bi vê boneyê, em ê Xwişkên Mîrabel ên li dijî dîktatoriya bi xwîn a Komara Domînîkê têkoşiyan, di salvegera qetilkirina wan a 60’emîn de bibîr tînin.”
ŞIRNEX
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî bi tevlîbûna berdevka HDP’ê ya Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêxistinên jinan ên Mêrdîn, Êlîh, Sêrtê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Tundiya li dijî jinan re meş li dar xist. Jinên ku li dortyolê ya Cizîrê bi kincên xwe yên herêmî hatin gel hev ji aliyê wesayitên zirxî, tomayan û polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li tevî hemû astengiyan jin heta ber avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan azadî, Em xwe Diparêzin” meşiyan.
Li ber avahiya rêxistina HDP’ê jinan pankarta “Em Jinên Botanê Bi Tililiyên Xwe Têkoşîna Xwe Bilind Dikin û Em xwe Diparêzin” vekirin û dovîzên “Hevserokatî xeta me ya binevşiye, Jin Jiyan azadî” rakirin. Daxuyanî ji hêla berdevka HDP’ê ya Meclîsa Jinan û parlementera HDP’ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran ve hat kirin.
‘EM Ê TU CARÎ LI HEMBERÎ  DESTHILATDARIYÊ SERÎ NETEWÎNIN’ 
Acar, diyar kir ku devlet ji qêrîn û daxwaziya jinan a azadiyê ditirse û got:” Em li dijî tundiya mêr û dewletê tedikoşin. Em jin li dijî her cûreyê tundiyê xwe diparêzin.Her roj li ser vê axê jin ji hêla dewleta mêr ve têne qetil kirin. Di vê meha dawî de 21 jin ji hêla mêran ve hatin qetil kirin. Em jin pir baş dizanin ku dewlet piştgiriyê dide van kujeran. Dema ku em jin dixwazin li dijî van komkujî, tundî, tacîz û destavêtinê dengê xwe derxînin, ew ji hêla polîsên dewletê ve tên asteng kirin û derdora me dorpêç dikin. Dixwazin bi van astengiyan jinan bêdeng bikin û pergala xweya mîlîtarîst a faşîst li ser vê xakê ava bikin. Lê em baş bizanin ku em jin tu carî gav ve naavên. Em ê tu carî zilm û zordariya dewlet û mêrê desthilatdar qebûl nekin”
LI TIRKIYEYÊ ŞERMEZARKIRINA TUNDIYÊ QEDEXE YE’
Acar, berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dewlet kujer û destavêjan diparêze û wiha pê de çû:” Em îro bi minesebeta 25 Mijdarê Roja li dijî tundiya li ser jinê kom bûn. Lê ev tabloya ku pêşberî me carekî nêzîkatiya dewletê ya li dijî jinê nîşan dide. Li vî welatî qetilkirina jinan ne qedexe ye. Hûn dikarin jinan bikujin û tacîz bikin.Ji ber ku dewletê ku we biparêze heye. Mîna ku di mînaka Mûsa Orhan de hat dîtin hûn dikarin bi rojan destdirêjiyê lê bikin û jinê ji azadiya we bêpar bihêlin. Ji ber ku li pişta we hêzek heye. Heta hûn dikarin bi awayeke rûreşî bêjin ‘Dewlet dê ji min re tiştek neke’. Li vî welatî tacîz nayê qedexekirin. Her kes dikare rabe û tacîz bike, lê mekanîzmayek dadgehê ya mêr heye ku wî beraet bike. Lê li vî welatî şermezarkirina tundiyê qedexeye.”
‘EM Ê LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊBIKOŞIN’
Acar, di dawiya axaftina xwe de got ku li tevî hemû astengiyan wê jin li her qadan berxwe bidin û wiha got:” Dewletê hemû sazî, dezgeh û deskeftiyên jinan kirine hedef. Niha jî peymana Stenbolê dike hedef. Li her qadan antîpropagandaya peymana Stenbolê dike. Hikûmet peymana ku îmze kirî pêk na îne. Komeleya jinên Roza her roj bi êrîşê re rû bi rû ye ji ber ku ji jinan re dibêje hûn ne tenê ne ji ber ku bi jinan re ye. TJA ji ber ku tevgereke jinan e tê terorîze kirin. Em carek din dibêjin ger têkoşîna li dijî tundiyê suc be, em ê vî sûcî her roj pêk bînin. Werin em li dijî avakirina vê faşîzmê bi hev re têbikoşin û em bihevre xwe biparêzin.”
Daxuyanî bi dîrûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û govend girtinê bi dawî bû
RIHA

Jinan li navçeya Pirsûs a Rihayê jî, starta 25’ê Mijdarê dan. Jinên ku xwestin bi meşê startê bidin, rastî astengiya polîsan hatin. Li ser astengiya polîsan, jinan pankarta “Em xwe diparêzin” vekirin, li avahiya partiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê û starta çalakiyan dan

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Hûn çi dikin bikin, wê Pirsûsî li hemberî we serî ne tewînin. Berî 6 salan Kader Ortakaya hat qetilkirin. Kobanê dengê xwe gihand hemû cîhanê. Bi starta emê li vê derê bidin, emê dengê Kader bigihînin tevahiya cîhanê.”

‘HER KU ÊRÎŞ DIKIN BIÇÛK DIBIN’

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî, bal kişan ser berxwedana gelê Pirsûsê ya di sala 2014’an de ji bo Kobanê pêk hat û wiha got: “Başe ku hûn hene, têkoşîna we heye. Îro ji bo dengê me dernekeve bi her awayî êrîş dikin. Lê ya rast her ku ew êrîş dikin, ewqas biçûk dibin. Va her  kes dibîne em bi gelê xwe re  li ser piyane.”

AGIRΠ

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li navçeya Bazidê ya Agiriyê jî xwestin bimeşin. Polîsan meş asteng kir û jinan daxuyanî dan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, hevserokên şaredariyê û rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP’ê ya li Bazidê, bûn.

Li dî TOMA û dorpêçkirina polîsan jinan pankartên bi nivîsê “Ne hewayê îktidarê biguherin”,”Zimanê min nasnameya min e nasnameya min rûmeta min e” û”Jin jiyan e jiyanê nekujin” hilgirtin.
Leyla Guven a ku daxuyanî da wiha got: “Em li dijî zîhniyeta baviksalarî serî hildidin. Ev hêza me heye ev cesareta me heye. Loma em ê têkoşîna xwe ya li qadan dewam bikin. Em di çarçoveya kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ de têkoşîna xwe ya li qadan didomînin. Di şexsê jinê de qirkirin pêk tên. Li ser erdnîgariya Kurdistanê talan pêk tên. Li Cizîrê, Sûrê, Heskîfê polîtikayeke hilweşandinê ket meriyetê. Li dijî vana li dijî her mijara ku me dike hedef em li berxwe didin.”
‘EM HENE, EM SERÎ HILDIDIN’
Guven, da zanîn ku jinên li Agiriyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û wiha got: “Kesên li dijî jinan sûc dikin ji aliyê dewletê ve tên parastin. Bi destên medya û darazê ev kes tên parastin. Bersûc ji vê sîstemê cesaretê digirin. Bi devê îktidarê dibêjin ‘Tu wekî jinekê huş be’. Her roj bi zimanê xwe yên zayendperest hewil didin tundiya li ser jinê rewa bikin. Jin ne tenê li vir, li her derê cîhanê serî hildidin. Bi Reqsa Las Tesîsê, li dijî DAÎŞ’ê li Rojava jin li her derê serî hildidin. Erê em hene û em ê li dijî zîhniyeta mêr serî hildin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”,”Em xwe diparêzin” bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv