Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Joe Biden ekiba ragihandina Koşka Spî ji jinan ava dike

 

Serokê nû-hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, tîma xwe ya ragihandinê ya Qesra Spî şlan kir.

Di dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ev ekîba yekemîn a ragihandinê ya Qesra Spî ye ku bi tevahî ji jinan pêk tê.

Joe Bîdenê ku di hilbijartin serokatiya Amerîkayê de bi ferqeke mezin Trump têk bir, gav bi gav ekîba xwe ya xebatê amade dike.

Bîden piştî diyarkirina tîma têkiliyên bi derve re, vê carê jî tîma ragihandinê ya Qesra Spî ragihand.

Kîjan dîmen baş be ew!!

Hêjayî gotinê ye, tevahiya tîma nû ji jinan pêk tê.

Ev yek di dîroka 250 sal a Amerîkayê de cara pêşî pêk tê û wekî serkeftina jinê tê qebûlkirin.

Jen Psakî ku di dema Obama de berdevka Wezareta Karên Derve bû, di rêvebiriya nû de dibe sekretera çapemeniyê ya Qesra Spî.

Di vê tîmê de 3 jinên Afro-Amerîkî jî cî digirin.

Yek ji wan Elîzabet Aleksandir e û dibe sekretera ragihandinê ya hevsera Bîden.

Karîne Jan Piyer jî wê di tîma nû de bibe cîgira sekretera çapemeniyê ya Qesra Spî.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv