Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Julie Ward: Em ji bo azadiya Ocalan bang dikin 19.02.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
JULIE WARD: EM JI BO AZADIYA OCALAN BANG DIKIN

Li seranserê cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo kamnapyayên mezin bi pêş dikevin.

Her roja derbas dibe eleqeya ji bo ban kampanyayan jî zêde dibe.

Di gelek platforman de jî kesayetên naskirî bang li Netewên Yekbûyî dikin.

Dibêjin tu çawa ji bo Nelson Mandela ketî nav liv û tevgerê ji bo lîderê Kurdan Ocalan jî bikeve tevgerê.

Julie Ward yek ji wan kesayetan e. Ew ji lîsteya Partiya Karkeran a Brîtanyayê Endama berê ya Parlamena Ewropayê ye.

Julie Ward beriya bi çendekî bi rojnamevan Erem Kansoy re hevpeyvîneke online çêkir.

Di wê hevpeyvînê de careke din daxwaza azadiya Rêber Apo anî ziman û ev nirxandin kir:

Gelek rayedar dizanin bê ka beriya 22 salan çi bû, Ocalan çawa hat girtin lê ji xelkê re eşkere nakin.

Ocalan ji bo hêzên pêşverê yên cîhanê kesayetekî girîng e û wan jî dixe nav liv û tevgerê.

Otorîteyên wê demê xwestin ku bi awayekî wî bêdeng bikin.

Wan xwest ku Ocalan bînin noqteyeke wisa ku tu mirov nikaribin xwe bigihîninê, ew nikaribe fikrên xwe belav bike.

Lê em piştî 22 salan dibînin ku tevgereke mezin a navnetewî îro roj ji bo azadiya Ocalan bang dike.

Ev bang ji bo Netewên Yekbûyî, ji bo Tirkiye û Kurdan gelek watedar e.

Em dibêjin; dema wê hatiye ji Ocalan re azadî.

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
MARGARET OWEN: OCALAN RÊYA JIYANA DEMOKRATÎK Û AZAD NÎŞAN DIDE

Parêzera Mafên Mirovan jina çalak Margaret Owen jî tevli kampanyaya azadiya Rêber Apo bûye.

Ew jî di banga xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo de îşaret bi rola wî ya di çareseriya pirsgirêka kurd de dike.

Margaret Owen diyar dike ku Rêber Apo ji bo aştiya li Tirkiyê xwedî roleke wisa ye ku ew weke mifte ye dikare vê kîtîtê veke.

Nirxandina Margaret Owen bi cewherî bi vî rengî ye:

Ocalan ne bi tenê ji bo aştiya Tirkiyê lê ew ji bo jiyaneke demokratîk û azad a ji bo hemû mirovahiyê rêyek daniye.

Ji bo ku mirov vê rêyê bimeşin.

Li gorî min di dîrokê de tu kes bi qasî Ocalan îşaret bi girîngiya azadiya jinan nekiriye.

Ocalan dibêje: azadiya jinan bingeha demokrasiyê ye.

Êdî dem hatiye divê Ocalan azad bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv