Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Kader Ortakkaya jiyana ji Geziyê heya Kobanê 01.11.2020

 

Di vê nûçeyê de em cîh bidin jiyana jineke kurd ku di dema dorpêça Kobanî de ji Stanbolê diçe Pirsusuê ê û ji wir dema dixwaze sinor derbas be ji aliyê eskerên tirk ve tê gulebaran kirin.

Em behsa Kader Ortakkaya dikin.

Kader li Stenbolê jî yek ji aktivistên tevgera Geziyê bû.

Çeteyên DAIŞ bi çavsoriyek mezin, di 15’ê Îlona 2014’an de bi çekên giran êrişê Kobanê kirin û xwestin gav bi gav Kobanê dagir bikin.

Li Kobanê li dijî vê êrişê berxwedaneke dîrokî hat destpêkirin.

Ev berxwedana ku bi pêşengiya jinan pêk hat di rûpelên dîrokê de şopê xwe hişt.

Di êrişan de ji sedî 70’yê bajarê kobanê û 360 gund hatin wêrankirin.

Piştî êrişan di serî de gelê Kurd, gelên Tirkiyê herikîn ser sînorê di navbera Kobanê û navçeya Pirsûsê û dest bi nobetê kirin.

Di van nobetan de gelek ciwan sînorên ku ji hêla dagirkeran ve hatibûn danîn derbas kirin û tevlî Berxwedana Kobanê bûn.

Yek ji van ciwanan jî Kader Ortakkayê bû.

Kader Ortakkaya, di 7’ê mijdara 2014’an de dema ku xwest sînor derbas bike leşkerên dewleta Tirk gulê lê direşînin û jiyana xwe ji dest dide.

Rêvahala Kader Ortakkaya, Berdevka wê demê ya Partiya Azadiya Civakî Perîhan Koca, ji Ajansa Mezopotamyayê re qala wê kir.

Perîhan Koca Kader Ortakkaya weke şervana rizgariya jinê pênase kir û da zanîn Kader li dijî polîtîkayên şîdeta li jinê li refên pêş ên berxwedanê de cih girtiye û wiha got:

Weke jinekê ji malbata xwe dest pê kiribû û li her qadê bi berxwedanê dijiya. Jineke kurd a komunîst û karker bû.

Perîhan Koca da zanîn di berxwedana jinan de ji Geziyê heta Kobanê Kader Ortakkaya bûye pêşenga têkoşîna jinan a azadiyê û derbarê têkoşîna wê de ev tişt got:

Modela jina azad di jiyana xwe de ava dikir. Di berxwadana Kader de serhildana li dijî zihniyeta mêr serdest hebû.

 

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv