“Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê silav dikim…”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi van gotinan bal kişand ser berxwedana li Grava Îmraliyê û xwest ku CPT, mudaxeleyî bê hiqûqiyê bike.
Dûran Kalkan, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk de jî axivî û got;
Ku PDK piştgirî nede, dewleta Tirk yek gavek jî nikare li Başûrê Kurdistanê pêş de biçe.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN: CPT, DIVÊ MUDAXELEYÎ BÊ HIQÛQIYÊ BIKE, TECRÎDÊ RAWESTÎN E
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî televîzyona Ulkeden a Medya Haberê bû.
Dûran Kalkan destpêkê berxwedana Rêber Apo silav kir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, li ser rewşa Rêber Apo sekinî û rapora CPT nirxand.
Dûran Kalkan got;
“Berxwedana mezin a gel kir ku CPT rapora xwe eşkere bike. Tecrîda ku CPT qala wê dike jî ne nû ye. Her wiha erka CPT jî tenê tespîtkirina tecrîdê ye. Divê mudaxeleyî bê hiqûqiya ku tespît kiriye bike, tecrîdê rawestîne.”
Endamê KOmîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, diyar kir ku desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ji belavbûna dengê Rêber Apo ditirse. Ku CPT jî li hemberî vê rewşê bê deng bimîne ew ê jî bibe şirîkê wê tirsê.
Dûran Kalkan, li dijî tecrîdê jî destnîşan kir ku pêdivî bi çalakiyên rêxistinkirî heye.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN: YÊN KU LI SER NAVÊ KURDAYETIYÊ PIŞTGIRÎ DIDIN DAGIRKERIYÊ XAYÎNIN
Mijareke din ku Dûran Kalkan li ser sekinî jî dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê bû.
Dûran Kalkan rola PDK’ê ya di başûrê Kurdistanê de destnîşan kir û got;
“Em li hemberî dagirkeriyê bi hemû hêzên xwe liberxwe didin û emê li berxwe bidin jî. Em vê berxwedanê jî ji bo hemû gelê Kurd didin. Û em dixwazin hemû hêzên pêşmergeyan jî li kêleka xwe bibînin.”
Dûran Kalkan bibîr xist ku bi plana qaşo çokdanînê dewleta Tirk stratejiyeke nû xêz kiriye.
Divê em bi berxwedaneke hevpar vê êrîşa dagirkeriyê têk bibin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, diyar kir ku li Heftanînê berxwedaneke mezin ya gerîla heye û û got;
Gerîla derb li ser derbê li dagirkeriyê dide. Wê faşîzma AKP/MHP’ê li herêmên parastinê yên medyayê têk biçe.