Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Kampaniya TJA li Manîsa destpêkir û li Amedê jî berfireh dibe

 

Li bajarê Tirkiye Manîsayê Tevgera Jina Azad starta kampanya “Em xwe diparêzin” da.

Pêşî daxuyanî hat dayîn û pişt re jî sînevizyona ku qala xebatên jinan û tekoşîna wan de te hat temaşe kirn.

Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras dibêje

Em neçarin 24 saetan xwe hem bi awayê hişî û hem jî fîzîkî xwe biparêzin.

Ji ber wê çendê me dest bi kampanya em xwe di parêzên kiriye.

LI MANÎSAYÊ STARTA KAMPANYAYA “EM XWE DIPARÊZIN” HAT DAYÎN

Xebatên kampanya Tevgera Jina Azad a binavê “Em xwe diparêzin” li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê berfireh dibe.

Li bajarê Tirkiye Manîsayê jî jinan starta kampanya “Em xwe diparêzin” da.

Metna daxuyaniyê a bi Kurdî ji aliyê Meryem Temel û ya Tirkî jî ji aliyê Hesret Aslan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin jinan li dijî qirkirin û tecrîdê peyama parastinê daye.

Piştî daxuyaniyê derbarê têkoşînan de sînevîzyonek ta temaşe kirin.

ENDAMA AKADEMIYA JINAN A AMEDÊ FÎGEN ARAS: LI DIJÎ KUŞTIN Û TECAWIZAN EM NEÇARIN 24 SAETAN XWE BIPARÊZIN

Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, jî balkişand ser armanca kampanya “Em xwe diparêzin”.

Fîgen Aras balkişand bûyerên tecawizê ên di demên dawî de zêde bûne û got;

Tecawiz encama hişmendiya mêtîngeh e. Ji ber ku çanda tecawizê heye.

Fîgen Aras, da zanîn ku nirxên ku tevgera jinên Kurd afirand û têkoşîna ku heta van rojan anîne pergala desthilatdar a baviksalar tirsandiye.

Endama Akademiya Jinan a Amedê , diyar kir ku tecawiz û kuştinên jinan ji xwe ber pêk nayên û got,

Ev bûyer, ji aliyê hikumet û dewletan ve tên xwedî kirinin.

Em jî neçarin 24 saetan hem bi awayê hiş û hem jî fîzîkî xwe biparêzin.

Binêrin Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên din ên cîhanê vegeriyane goristana jinan.

Lewma heke em her roj her saet di bin êrîşan de bin, divê em her saetê xwe bi parêzin

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv