Di demekê de ku li Erebistana Siûdiyê kampanya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk tê meşandin, li Misrê jî heman kampanya destpê kir.
Li dewletên ereban, gel û rojnemevanan hemleya ku bi dirûşmeya”Bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê tê” hatiye ragihandin, pêşwazî kirin
Gelê Misirê û ereb bi hemleyê hêrsa xwe li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li herêmê, nîşan didin.
Kampanya ku ji Siûdî destpê kir, li Misrê jî deng veda.
Li gorî beşdarên hemleyê, Misir li dijî dewleta Tirk a dagirker şerekî dimeşîne û di vê cengê de bijardeya boykotkirinê çeka gel e.
Nivîskar û rojnemevanê Misirî Mehmûd Bisyûnî jî beşdarî hemleyê bû û li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku Tirk ji komên diz pêk tên û li Asya biçûk bicih bûne û heqaret li ereban kirin.
Di vê derbarê de Serokê Odeya Bazirganiyê ya Erebistana Siûdiyê Eclan Eclan jî beriya çend rojan banga boykotkirina kelûpelên Tirkiye kiribû.
Fînansman Eclan Eclan li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva dijminahiya hikumeta Tirk ji rêveber, welat û welatiyên wan re da û ev yek nivîsandibû:”Her tiştên Tirkiye boykot, çi li ser asta kirînê, îstismar an jî geştiyariyê be, divê boykotkirin bikeve meriyetê de û ev yek berpirsyariya her welatiyekî Siûdî ye.”
Eclan Eclan ev yek li parvekirina xwe zêde kir:”Em wekî welatî û fînansman in, dê tu têkiliyên me bi Tirkiye re tune bin, heta bi şîrketên Tirkiye re jî. Ez banga qutkirina têkiliyên bi wan re dikim û ji bo dijminahiya Tirkiye ji rêveber û welatên me re, ev kêmtirîn bersiv e.”
Di demên dawîn de li Siûdiyê der barê boykotkirina kelûpelên Tirkiye û qutkirina serdana ji Tirkiye re rojeveke mezin çêbû.