ÇALAKIYÊN LI DIJÎ DARVEKIRINA ER Û DAG
JI BO HER DÛ CIWANAN LI ELMANYA’YÊ KAMPANYA ÎMZEYAN HAT DESTÊKIRIN
17’ê Tîrmeha 2019an li bajarê Hewlêr a Başûrê Kûrdistanê endamê MÎT’ê Osman Kose hate kûştin.
PDK’ê bi bahaneya kuştina vî kujerê kurdan, ciwanên kurd Mazlum Dag û Abdurrahman Er girt, cezayê îdamê li wan birî.
Li dijî darkevirinê ciwanên kurd ên li Elamanya kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Li paytexta Elmanya Berlîn’ê li dijî darvekirina Er û Dag kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Kampanyayê ciwanên kûrd û enternasyonalîst bi rê ve dibin.
Ciwanan bi daxuyaniyeke li ser înternetê ragihandin ku darvekirin sûcê mirovahiyê ye,vê kampanyayê wê pêşiya sûcê mirovahiyê bê girtin.
Di daxuyaniyê de bang li her kesê kirin ku destek û tevlî vê kampanyaya li ser înternetê hatiye destpêkirin biin.