SERKEFTINA GERÎLA YA GARÊ
BERWARÎ: BERXWEDANÊ PLANÊN TIRKIYÊ PÛÇ DERXISTIN
Ji Akademîsyenên Zanîngeha Duhokê Kamuran Berwarî li ser berxwedana Garê û planên şefê faşîst ê Tirk Tayîp Erdogan nirxandinên girîng kirin.
Berwarî bal kişand ser zêdebûna sempatiya di warê navnetewî ya ji bo PKK’ê de û got: Tirkiye ji bo hewldanên ji nav lîsteya terorê derxistina PKK’ê pûç derxe, operasyona Garê pêk anî. Xwest esîran bikuje, berpirsyarî biavêje ser milê PKK’ê, lê belê ev hewldan pûç derketin.
SERKEFTINA GERÎLA YA GARÊ
BERWARÎ: EGER TIRKIYE SER BIKETA, WÊ ÊRIŞÎ ŞENGALÊ BIKIRA
Kamuran Berwarî dibêje; parçeyeke din a planê jî, dagirkirina Başûrê Kurdistanê bû û got: Eger li Garê ser biketa, wê tevî artêşa Iraqê êrişê Şengal û sînorê Rojava bikira. Bi vî rengî Başûr û Rojava ji hev qut bikira, lê belê ev plana Erdogan li Garê têkçû.
Berwarî bandora berxwedana Garê ya li ser herêmê jî destnîşan kir û got: Li Garê tevî têkbirina planên artêşa Tirk, planên hêzên herêmî û navnetewî jî xera kir. Serkeftina Garê hêzên navnetewî neçar bihêle, planên xwe yên li ser Kurdan di berçavan re derbas bikin.
SERKEFTINA GERÎLA YA GARÊ
BERWARÎ:DIVÊ HÊZÊN KURD JI GARÊ ENCAMAN DERXIN
Akademîsyen Kamuran Berwarî anî ziman ku serkeftina Garê, wê rê li ber encamên nû veke û got: Şerê Garê peyamek jî da hêzên Kurd ên bi Tirkiyê re tevdigerin. Divê hemû hêzên Kurd ji serkeftina Garê encaman derxin. Hemû enerjiya xwe ji Başûr derxistina hêzên Tirk xerc bikin.