Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kamûran Berwarî: Serdana wezîrê tirk Akar nîşaneya şer û êrişeke nû ye 20.01.2021

 

KAMÛRAN BERWARÎ
SERDANA WEZÎRÊ TIRK AKAR NÎŞANEYA ŞER Û ÊRIŞEKE NÛ YE

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî, hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulûsî Akar û heyeta pê re ya li gel rayedarên Iraqê û piştre ya li gel raydarên Herêma Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

Doktor Kamûran Berwarî bal kişand ser hevdîtina li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê û got:

Rojên metirsîdar li pêşiya gelê Kurd e.

Dr. Berwarî bal kişand ser wê yekê ku di nava ihtîmalan de ye rayedarên tirk û serokwezîrê Iraqê Mustafa kazimî di hin noqteyan de li hev kiribin û wiha axivî:

Li gorî pêşbîniyên min dibe 20 rojên dawî şerekî dijwar ji Garê bigire heta Metîna û digihêje Zaxoyê rû bide.

Ji meha Hezîrana 2020’ê ve Tirkiye bi planekê hewl daye ku xaka Başûrê Kurdistanê, navîna Iraqê dagir bike.

Berwarî qala hatina Wezîrê Parastinê yê Tirkiye Hûlûsî Akar û heyeta pêre ya li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û got:

Armanca wan a esasî û planên wan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

Doktor Kamûran Berwarî armancên dewleta tirk jî wiha rêz kirin:

Lewazkirina tevgera azadiya gelê Kurd, şervan û pêşmergeyan.

Di warê erdnîgarî de cudakirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Têkbirina Xweseriya Şengal û qirkirina civaka Êzidî.

Lewazkirin û bê vînkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bike ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve bi desthilata Hikûmeta Iraq û Tirkiyê.

Avakirina herêmeke taybet ji bo suniyên Iraqê, sînoran rast rast bi Ûrdûn û Tirkiyê ve girê bide.

Berwarî destnîşan kir ku encax bi tanzîmkirina yekitya netewî van êrişan pûç bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv