PDK bi hevkariya dewleta tirk di nava tifaqeke qirêj ya li dijî gelê kurd e.
Di pîlana wan a qirêj de tasfiyekirina gerîlayên azadiya Kurdistanê heye.
PDK ji bo ev pîlan biçe serî provokasyonê dike û hêzê dişîne qadên gerîla. Dixwaze dor li gerîla bigre.
Gelê kurd tevî hunermend, rewşenbîr, siyasetmedarên xwe ve li dijî vû tifaqa qirêj nerazîbûna xwe nîşan dide.
Akademîsyenê Zanîngeha Duhokê Kamuran Berwarî der barê mijarê de got;
PDK zirarê dide hemû kurdan
Ji bo gelê kurd ya bi xêr tez û projeyên birêz Abdullah Ocalan in.
Akademîsyen Kamuran Berwarî, helwesta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd nirxand û diyar ku PDK li gorî daxwaza hikûmeta tirk gavan davêje, ev kî zerarê dide kurdan
Kamuran Berwarî da zanîn ku dewleta tirk xwe dispêre vê şirîkatiyê û pê re nêzî 36 qereqol li Başûr ava kirine, li aliyê din faliyetên MÎT’ê û îstîxbaratê jî hene.
Kamuran Berwarî li ser daxuyaniya Serokê PDK’ê Mesut Barzanî ku gelek kes wekî ‘ilana şer’ pênase dikin jî rawestiya û got:
Daxuyaniya wî ji aliyê gel ve wekî îlana şer hat xwendin.
Lê mirov niha nikare bêje îlana şer. Ji ber ku hêj rêyên aştiyê vekirî ne.
Li çar aliyê Kurdistanê, rewşenbir, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û gel li diji şer in. PKK jî niha ji bo diyalogê amade ye.
Di nava PDK’ê de gelek pêşmerge û gelek beşên PDK’ê li dijî şer in.
Gelek rayedarên eskerî yên pêşmerge şer naxwazin û şer nakin.
Kî tev li şer bibe û piştgiriyê bide şer dê xizmeta dewleta Tirk bike. Ev yek wê zerarê bide gelê Kurd.
Ji ber vê yekê divê Mesut Barzanî daxuyaniya xwe biguherîne û rast bike.
Divê hemû hêzên Kurdan li ser derxistina Tirkiye ya ji Başûr hûr û kûr bibe.
Kamuran Berwarî hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriyê jî bi bîr xistin û bal kişand ser bangewaziya wî ya ku dema bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivîbû:
Rêberê gelê Kurd di 27’ê nîsanê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtin kir.
Wî bang li PKK û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û xwest yekîtiyê xurt bikin.
Çareserî bang û fikra Ocalan a Yekîtiya Neteweya Kurd e.
Birêz Ocalan, derdê Kurdan ji her kesî bêtir zane. Dîroka Kurd û Tirkan baş lêkolîn kiriye.
Divê Ocalan weki serokê partiyekê neyê zanîn. Ji aliyê cîhanê ve tê nasîn.
Pêdiviya Kurdan ji bîrdoziyek hevpar heye.
Çareserî fikra Birêz Ocalan a Konfederalizma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk e.