Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Karasu: PKK ji bo Hemû Kurdan li berxwe dide û divê PDK helwesta xwe li dijî dagirkeriyê nişan bide

 

 

ENDAMÊ DESTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TIRKIYE DIXWAZE BERÊ HERÊMA TAMBON AVA BIKE Û DÛRE BAŞÛR DAGIR BIKE

Dewleta tirk dixwaze pêşî, herêma Tampan avabike, paşê hemû başûrê Kurdistanê dagirbike.

Piştî wan jî derbasî herêmên Ereb bibe:

Ev nirxandinên endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû ye.

Mustafa Karasû ji televizyona Medya haberê re axivî û got:

Berdevkên PDK’ê bizanê dewleta Tirk daxivin û dibêjin sedema êrişan PKK’ ye.

Lê divê PDK xeteriyê bibîne, nebe şirîkê konsepta Qirkirina gelê Kurd û li dijî dewleta Tirk helwestê dane.

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu beşdarî bernameya Ulkeden a Medya Haberê bû û bersiv da pirsên Kadîr Hurdogan.

Karasu bi van gotinan armanca esasî ya dewleta tirk anî ziman:

Di şexsê PKK’ê de tevgereke ji bo tevahiya dagirkirina Kurdistanê mijara gotinê ye. Ma ew bi xwe qala Kerkuk û Musilê nakin? Ji ber ku PKK’ê wekî astengî dibînin, êrişan dikin. Dixwazin berê herêma tampon ava bikin, dûre Kurdistanê dagir bikin û pişt re ber bi herêmên Ereb ve biçin.

ENDAMÊ DESTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
PKK JI BO HEMÛ KURDAN LI BER XWE DIDE, DIVÊ PDK LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HELWEST DEYNE

Karasu bi bîr xist ku berdevkên PDK jî wekî rayedarên Tirk gotinên wekî “sedema êrişan PKK’ye bi kar tînin û got: Ev gotin nîşan didin PDK şîrikatiya konsepta dewleta Tirk dike. Divê PDK vê xeteriyê bibîne. PKK ji bo hemû Kurdan li ber xwe dide. Divê PDK li dijî dagirkeriya Tirk helwest deyne.

ENDAMÊ DESTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
GERÎLA LI HEFTENÎN Û DEVERÊN DIN DERBÊN GIRAN LI ARTÊŞA TIRK DIDE

Mustafa Karasu bal kişand ser çalakiyên gerîla û got: Gerîla li Heftenîn û herêmên din derbên giran li artêşa Tirk dixe û çalakiyên bi bandor pêk tîne. Jixwe êdî leşkerên artêşa Tirk nikarin ji qereqolê derkevin derve. Tenê teknîkê bi kar tîn in.

ENDAMÊ DESTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
WÊ DI DEMEK NÊZ DE HERKES BIBÎNE ÊDÎ ÎHA Û SÎHA KÊRÎ TIŞTEKÎ NAYÊN

Karasu anî ziman ku gerîla xwe li dijî teknîka artêşa Tirk nû kiriye û wiha got: Tenê pişta xwe dane balafirên şer. Lê emê demeke kin û gav bi gav wan pûç derxin. Wê di demek nêz de êdî herkes bibîne ew ÎHA û SÎHA’yên dewleta Tirk şev û roj pesnê wan dide, kêrî ti tiştî nayên. Emê wan xeyalên dewleta tirk jî têk bibin.

Endamê desteya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu li dijî dagirkeriya dewleta Tirk girîngiya berxwedanê destnîşan kir û got: Helbet wê gerîla li ber xwe bide. Lê tenê bi gerîla têr nake. Divê gelê me jî, li dora gerîla bibe xelek û ji hemû aliyan berxwedanê xurt bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv