Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Karayilan: Cenga Heftanînê wê vegeuhere berxwedaneke dîrokî

 

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, di beşa duyem a nirxandinên xwe de jî bi taybetî li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftanînê disekine û dibêje;

“Dixwazin di navbera Lêlîkan û Heftanînê de herêmeke tampon ava bikin. Divê gelê me yê başûr zanibe; Cenga Heftanînê wê veguhere berxwedaneke dîrokî.”

FERMANDARÊ NPG’Ê MÛRAT KARAYILAN:
JI BER KU NAVENDA RAPERÎNÊ YE, DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ ŞELADIZÊ DIKE

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG Murat Karayilan, di bernameya Taybet a televizyona me de bi berfirehî li ser êrişên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê Yên Medyayê sekinî.

Mûrat Karayilan diyar kir ku du armancên êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê Yên Medyayê hene; Yêk jê siyasî ye û dixwaze gelê Kurd ji hev parçe bike, ev eşkere ye. Ya din jî veşartiye;

Fermandarê NPG’ê, êrişa li dijî Heftanînê jî wekî despêka vê planê destnîşan kir.

FERMANDARÊ NPG’Ê MÛRAT KARAYILAN:
CENGA HEFTANÎNÊ WÊ VEGUHERE BERXWEDANEKE DÎROKÎ

Mûrat Karayilan bi taybetî balê dikişîne ser helwesta hikumeta herêma KUrdistanê û dibêje; hê jî helwesteke diyar raber nekiriye.
Fermandarê NPG’ê xwest ku êdî rûveberiya başûr parêzvaniya dewleta Tirk neke û got; Cenga heftanînê wê eguhere berxwedaneke dîrokî.

Di vê mijarê de Mûrat Karayilan bang li gelê herêma Behdînanê dike ku li hemberî dagirkeriyê xwedî helwest be û sîxuran di nava xwe de neparêze.

Mûrat Karayilan da zanîn ku dewleta Tirk çav berdaye hemû axa Kurdistanê û got em ê tu carî çav ji vê yekê re negirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv