Ji Karayilan banga ji bo ciwanan
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan ji Nûçeciwan re axivî.
Karayilan bang li ciwanan kir, li dijî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk li her derê bi înîsiyatîfa xwe rabin.
Di hevpeyvînê de Karayilan ji ciwanan xwest, bi awayekî profesyonel berê xwe bidin nava refên gerîla.
Her wiha ciwanên li Batmanê, Qoserê dîsa ciwanên li Başûrê Kurdistanê îmzeyan kom dikin û beşdarî refên gerîla dibin silav kir.
Mûrat Karayilan ji ciwanan xwest, bi beşdariyeke profesyonel a nava refên gerîla bersivê bidin Suleyman Soylu yê timî dibêje, “beşdarî li PKK’ê nabe.”