Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Karayilan: Sozên me dane şehîdên Kurdistanê wê bicihe werin

 

“Sozên me dane şehîdên Kurdistanê wê bicih werin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, bi van gotinan pêvajoya heyî dinirxîne û dibêje;

“Stratejiya nû ya dagirkeriya dewleta Tirk, li her deverê qirkirina gel Kurd e. Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker, divê em zêdetir li yekîtiyê xwedî derkevin.”

FERMANDARÊ NPG’Ê MÛRAT KARAYILAN:
SOZÊN ME DANE ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ WÊ BI CÎ WERIN

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG Murat Karayilan, bû mêvanê bernameya Taybet a televizyona me û mijarên di rojevê de nirxand.

Mûrat Karayilan, di destpêka bernameyê de bal kişand ser şehadeta fermandar Qasim Engîn û di şexsê wî de, hemû şehîdên di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bibîr anî.

Fermandarê NPG’ê got; soza medaye şehîdên xwe emê bicih bînin.

Mûrat Karayilan Qasim Engîn wekî fermandar û feylezofê çiyayên Kurdistanê pênase kir.

FERMANDARÊ NPG’Ê MÛRAT KARAYILAN:
LI DIJÎ GEFÊN DEWLETA DAGIRKER, DIVÊ EM ZÊDETIR LI YEKÎTIYÊ XWEDÎ DERKEVIN

Fermandarê NPG’ê bi taybetî li ser yekîtiya gelê Kurd sekinî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi taybetî destketiyên Kurdan ji xwe re kiriye armanc.

Mûrat Karayilan, daxuyaniya wezîrê dewleta Tirk Mevlut Çavûşoglu, ku gef li rêxistinên Kurdan dike jî bi van gotinan şîrove kir.

Fermandarê NPG’ê da zanîn ku li ser başûrê Kurdistanê zext heye.

Mûrat Karayilan, êrişên dawî yên li Şeladizê jî di vê çerçoveyê de nirxand.

Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan bang li rêveberiya Başûr jî kir ku dest ji parêzvaniya dewleta Tirk dagirker berde.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv