1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye.
Kobanî di encama berdêlên pir giran de, bi berxwedaneke ku numuna wê li cihanê kême bû sembola Kurdên azadîxwaz.
Cenga li Kobanî li ber çavên hemû cihanê pêk hat.
Dewletên cihanê destek nedin kurdan jî, gelên cihanê bi heyraniyeke mezin bûn şahidê lehengiya keç û xortên kurdan.
Cenga Kobanî di qada navnetewî de deng veda. Edî wisa bû ku saziyên Navnetewî roja 1ê mijdarê weke roja cihanê ya Kobanî ilan kirin.
Saziya Rise Up For Rojava bang li hemû gelên cîhanê kir ku ji 1 heta 8’ê mijdarê li dijî dagirkerî û faşîzma tirk dakevin kolanan û destek bidin Kobanî
Ji Saziyên Kurdan KCDK Ewropa jî bi eynî armancî bang li kurdan kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê bal kişand ser giringiya Şoreşa Rojava ya ku li ser paradîgmaya Rêber APO pêk hatiye.
Diwana hevserokatiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê ku bûye sembola berxwedanê.
Eniya enternasyonalîst a ku ji bo parastina şoreşê derketiye pêş bi bîr xist û vê bangewaziyê kir;
Divê îro jî, bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî êrîşên dagirkerî, qirkerî û faşîstî yên dewleta tirk, em berxwedanê li her deverê bilind bikin!
Bi pêşengtiya dostên enternasyonalîst de 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê bi ruhê pêngava Dem Dema Azadiyê ye em vê rojê bikin roja qîrîna têkoşîna hevpar!
Em dixwazin hemû Kurdistanî, azadîxwaz û parazvanên wekheviyê, bi ruhê seferberiya li dijî faşîzmê tevli çalakiyên Roja Kobanê bibin.