Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E li Berlînê çalakiya rûniştinê da destpê kirin 11.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCDK-EWRÛPAYÊ LI BERLÎNÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DA DESTPÊKIRIN

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê, bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, ji bo piştgiriya bi berxwedana girtiyên azadiyê re çalakiya rûniştinê li paytexta Almanya Berlînê da destpêkirin.

Çalakiya rûniştinê wê heta 20’ê Çileyê bidome.

Di koma yekemîn a çalakiyê de gelek siyasetvan, nûnerên sazî û rêxistinên Kurdistanî û dostên wan cihê xwe digirin.

Di çalakiyê de pêşî Hevserokê KCDK-Ewrûpayê Yuksel Koç axivî.

Yuksel Koç bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk.

Hevserokê KCDK-Ewrûpayê bi taybetî bal kişand ser girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Parlementerê berê yê YNK’ê Muhsîn Osman jî tevlî bû.

Hevseroka Aveg-Kon Serpil Arslan jî girtiyên azadiyê ji ber helwesta wan silav kir û got: Divê em bi awayekî yekgirtî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin.

Parlementera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî banga beşdariyeke xurttir a li pêngava dem dema azadiyê ye kir.

Berdevkê Koordînasyona Civaka Êzidî Cercûr Cemîl jî axivî.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê Nûjiyan Gunay jî destnîşan kir, ku wê jinên Kurd li her deverê pêşengiyê ji pêngavê re bikin.

Li ser navê sazî û rêxistinên cûda jî nûner axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedan û têkoşîna gelê Kurd destnîşan kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv