Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E: Li dijî komployê wê bê navber çalakî werin li darxistin 21.01.2021

 

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
KCDK-E: LI DIJÎ KOMPLOYÊ WÊ BÊ NAVBER ÇALAKÎ WERIN LIDARXISTIN

Komploger di sala 1999’an de di 15’ê Sibatê de piştî ku Rêber Apo radestî dewleta tirk kirin, ji xwe re gotin, ev kar temam e.

Lê di serî de li Îmraliyê Rêber Apo, li çiyayên Kurdistanê gerîla, li bajaran gelê kurd û li welatên cîhanê jî dilsozên doza azadiyê bi helwest û çalakiyên xwe, bi pêngav û kampanyayên xwe mexseda komplogeran di qirika wan de hişt.

Di sala 22’yan a vê bêbextiya navnetewî de kurdistanî xwe amade dikin ku li her dera cîhanê dîsa nîşan bidin ku çawa li Rêber xwe xwedî derdikevin.

Dîwana hevserokatiya KCDK-Ewropayê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wê li Ewropayê ji 1 heta 15’ê sibatê li dijî komployê çalakî werin lidarxistin.

KCDK-Ewropayê bi bîr xist ku îro roj di asta cîhanî de ji bo azadiya Rêber Apo kampanya tên birêvebirin û der barê teqwîma çalakiyan de jî ev agahî dan:

Ji 1’ê Sibatê heta 15’ê Sibatê wê li her qadan çalakî bênavber werin kirin.

Li hemû welat û eyaletan wê meşên dirêj ên ji bo 3 rojan were kirin.

Di 1’ê Sibatê de wê li 22 navendan Pirtûkxaneya Gerok a Rêber Apo li bajarên Ewropa, Kanada û Awûstralyayê bigere, li ser esasê danasîna fikrên Rêbertî wê pirtûk û broşur werin belavkirin.

Li seranserê Ewropayê li Kanada, Awustralya û Qirbrisê jî çalakiyên girseyî werin lidarxistin.

Di 13’ê Sibatê de li Strasboûrgê wê meşeke dirêj û mîtîngek were lidarxistin.

Meşa dirêj a hevpar a enternasyonalîst û ciwanên Kurd di 5’ê Sibatê de ji Frankfûrta Elmanyayê dest pê bike û di 12’ê Sibatê de li Strasboûrgê biqede.

Di 15’ê Sibatê de ciwan wê li her qadê meşên bi meşale li dar bixin.

Di 15’ê Sibatê de bi pêşengiya TJK-Ewropayê li hemû welat û bajaran wê li pêşiya konsolosxaneyên Tirkiye û Amerîkayê mîtîng werin lidarxistin.

KCDK-Ewropayê xwest îsal ji her demê zêdetir bi çalakiyan asta xwedîderketina li Rêber Apo bi xurtî were nîşandan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv