Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E: Li dijî planên gemarî em li Şengalê xwedî derkevin 13.10.2020

KCDK-E’yê got, ”Ti peymaneke ku ji Meclîsa Demokratîk a Xweser a Şengalê ne di nav de be, ji hêla Kurdên Êzîdî, gelê Kurdistanê û mirovahiya xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin” û li dijî plana gemarî bang kir.

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê li dijî komploya li ser Şengalê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Hikûmeta Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê vîna gelê Şengalê tine dihesibînin û bi peymana ku di nav xwe de danîne plan dikin ku Şengalê dagir bikin.”

XIZMETÊ JI QIRKIRINÊ RE DIKIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Ev peyman komployeke nû ye ku xizmetê ji stratejiya dewleta Tirk re dike. Ev peyman lîstikeke bi taloke ye ku Başûrê Kurdistanê, Rojava û hemû Kurdistanê dike hedef.”

KCDK-E’yê bi berdewamî diyar kir, ”Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê qira Êzîdiyan dianî, jin direvandin û tecawiz dikirin, hemû nirxên dîrokî û çandî tine dikirin PDK ya ku li pey xwe ne nerî û reviyayî û hikûmeta Iraqê ku çavê xwe li vê girtî rê li jenosîdên nû vedike, ya ku DAÎŞ’ê nekarî bi cih bîne.”

KCDK-E’yê bi domdarî got, ”Ne hikûmeta Iraqê û ne jî rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê li ser Şnegalê ne xwedî wî heqî ne ku gotinekê bibêjin.”

BÊDENGMAN PEJIRANDINA KOMKUJIYÊN NÛ YE

KCDK-E’yê got, ”Divê her kes li vîna gelê Şengalê hurmetdar be. Ti peymaneke ku ji Meclîsa Demokratîk a Xweser a Şengalê ne di nav de be, ji hêla Kurdên Êzîdî, gelê Kurdistanê û mirovahiya xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin. Li dijî vê plana gemarî di serî de saziyên Kurdistanî, rewşenbîr û hunermend divê li dij derkevin. Bêdengman pejirandina komkujiyên nû ye.”

KCDK-E’yê herî dawî bang li gelê Kurd, dostên Kurdan û mirovahiyê kir ku li dora Şengalê xeta berxwedanê wer avakirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv