KCDK-E Û TJK-EWROPA BANG LI FRANSAYÊ KIRIN
RAYEDARÊ TIRK LI XWE MIKUR HAT DIVÊ DEWLETA TIRK WERE DARIZANDIN
Têkçûna di şerê Garê de psîkolojî û moral bi rayedarên tirk ên şerwaz re nehiştiye.
Hêrsa ji ber vê têkçûnê wisa lê anî ku razên dewletê yên qirêj jî eşkere bibin.
Generalê teqawitbûyî Îsmaîl Hakki Pekîn heta sala 2012’an di sererkaniyê de serokê daîreya îstîxbaratê bû.
Di televîzyoneke tirk de îtîraf kir ku wan Komkujiya Parîsê kiriye.
Piştî vê îtîrafê sazî û dezgehên kurdan ên li Ewropayê jî ketin nav hewldanan da ku dewleta kujer ji ber Komkujiyê were mehkemekirin.
KCDK-Ewropa û TJK-Ewropayê bi daxuyaiyekê bal kişandin ser vê mikurhatinê û di serî de Fransa bang li hikumeta Ewropayê kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.
Saziyan di daxuyaniya xwe de xwest hikumet Fransayê vê mikurhatinê tavilê weke weke delîlekî şênber qebûl bike û wiha hat gotin:
Divê Fransa dosyaya Komkujiya Parîsê ya hatiye girtin ji nû ve veke, di serî de Erdogan sûcdar hemû li dadgehên navnetewî bên darizandin.
Divê Ewropa li hemberî gefên dewleta Tirk a faşîst helwestê nîşan bidin.
BERDEVKÊ CDK-FRANSAYÊ EGÎD POLAT:
ÎTÎRAFÊN HATINE KIRIN BI FERMÎ WÊ BIKEVE NAV DOSYAYA KOMKUJIYA PARÎSÊ
Berdevkê Civaka Demokatîk a Kurdistaniyên li Fransayê CDK-F’yê EGÎD Polat jî der barê îtîfarên hatin kirin de di Nîvrojê de agahiyên girîng dan.
Egid Polat îşaret bi wê yekê kir ku wê ev îtîraf bikevin nav dosyaya dozgeriyê.