“DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCDK-Ê JI BO CALAKIYA PANKARTA A “JI OCALAN RE AZADΔ BANG KIR
Di çarçoveya Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ji bo Azadiya Rêber Apo wê li ser medya dijîtal çalakîya pankartan werê lidar xistin.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo çalakiya pankartê, banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi saya fikrên Rêber Apo, şoreşa jinê ya Rojava pêk hat.
Em ê gotinên li ser fikrên Rêber Apo, ku rê nîşanî mirovahiyê dide, bi pankartên xwe nîşan bidin.
Daxuyanî wiha didome;
Em her rojeke dîlgirtî ya Rêber Apo bi dirûşmeyekê li pankartên xwe binivîsînin û bi wate bikin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî vê çalakiyê bibin, dîmen û wêneyên pankarta xwe bikişînin û li medya dîjîtal parve bikin.
Çalakî 1’ê Mijdarê dest pê kiriye û wê heya 10’ê Mijdarê dewam bike.